Yekîtiya Kurdistanî li Düsseldorfê xwepêşandanekê li dar dixe
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Yekîtiya Kurdistanî li Düsseldorfê xwepêşandanekê li dar dixe
von Azadiyakurdistan am 08.09.2010 18:50
Bi helkefta salvegera diwem ya mersûma 49an rêxistina elmanya ya partiya Yekîtiya Kurdistanî li Elmanyayê xwepê$andanekê li dar dixe. Xwepê$andan li ber derê konsolata amêrîkî li Düsseldorfê li dar dikeve.
Belavoka ku bi navê rêxistina partiya Yekîtiya Kurdistanî hatiye belavkirin mersûma 49an wekû projeya nijadperest ya herî bi meters li dijî miletê kurd nî$and dide û wekû berdewamiya zincîra projeyên dî yên nijadperest,mîna serjimartina awarte û kembera erebî.
Xwep$andan ji katjimêr 11 ta 13ê roja Înê 10.09.2010 li dar dikeve.
Navnî$ana çalakiyê di belavokê de nehatiye nivîsîn, tenê navê konsolata amêrîkî wekû cih hatiye ragehandin û ji bo agahiyan sê numreyên telefonan.
01722951420
017663022093
017624719211
CivataXortan
Silav û Rêz
Azad
Kurdên rojava madeya 49an şermezar kirin (Düsseldorf)
von Azadiyakurdistan am 11.09.2010 15:45
Îro li bajarê Düseeldorfê kurdan mersûmê 49 $ermezar kir.
Bi destê sibehê re kurdên ji tevaya Elmanya ber bi bajarê Düsseldorfê ve bi rê ketin. Li wir mitinga ku Partiya Yekîtiya Kurdistan li ber sefareta Amerikayê amade kiribû bi gelek duri$man hate diyarkirin. Ji wan duri$man protestoya madeya 49an bû. Mersûmê 49an ya ku jiyana kurdên rojavayê Kurdistan (Kurdên Sûriyê) xistiye metirsiyeke dîrokî.
Ev zincîra dawî û berdewamiya pilanên din yên tunekirina kurdan bû, ji wan pilanan, serhijmara 1962 û Kembera Erebî ya ku li gorî wê erd û zeviyê kurdan ji wan standin û ereb xistin anîn gundên wan. Li gorî 100 kesî amade bûbû û di nav de kesên elman jî hebûn.
Avestakurd/Aro
Silav û Rêz
Azad