Nêçîrvan Barzanî: Riya çareseriyê muxtebgirtina PKKê ye
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Nêçîrvan Barzanî: Riya çareseriyê muxtebgirtina PKKê ye
von Azadiyakurdistan am 11.10.2010 15:19
Cîgirê serokê PDKê û serokwezîrê berê yê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî got: Riya herî kurt ji bo çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê muxatebgirtina PKKê ye.
Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de bi kovara Gulan re ku îro hatiye belavkirin, bal ki$ande ser pêwîstiya destpêkirina dilalogê.
Barzanî got, eger Tirkiye wisa bawer dike çareserî ew e ku PKKê li derveyî meselê bihêle, ev dîtineke $a$ e, lidervehi$tnia PKKê ji pêvajoya siyasî ya Tirkiyê, pirsa kurd û Tirkiyê û PKKê çareser nake.
Nêçîrvan Barzanî got, di vî warî de divê PKK jî rola xwe bilîze û siyaseteke wisa bime$îne ku wek muxateb bête qebûlkirin. Divê em real bifikirin, ev riya herî kurt ya çareseriyê ye û divê li Tirkiyê gelek kûr û ciddî li vê yekê bête fikirîn û PKK jî divê aqilane nêzîk bibe
Zêdetir Bixwîne...
Silav û Rêz
Azad
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Re: Nêçîrvan Barzanî: Riya çareseriyê muxtebgirtina PKKê ye
von Kurdewari am 12.10.2010 14:42Bi rastî ev biryara Nêçîrvan Barzanî gelekî gerînge. Mirov divê wisa bifikirê. Gelo ma wê çawa gelê Kurd azad bibê û ashîtî ava bibê? Wextê mirov bi hevalên û birayên xwere bash bê, wê der û dorêt mirov xizmetê ji mirov bikê. Niha daxwazî ya Barzanî çîye, divê ew li ber çav bê. Daxwazî ya wî ewe ku gelê Kurd yek helwest û yekdengî bê. Dem dema biratiyê ye. Ez gotinên wî pîroz dikim û hêvî dikim ku gelê Kurd bizanê wata va gotina çîye. Rast jî dibêjê. PKK li bakûrê Kurdistanê gelek xurte û divê mirov ev ji bîr nekê. Beyî PKK´ê titisht li wê herêmê çareser nabê. Hêvîdarim ku gotinên Barzanî bibin mînak ji bo gelê me.