Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

Erste Seite  |  «  |  1  |  2 [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

von Kurdewari am 28.02.2011 18:48

General Ezîz Weysî ji bo AVESTA: Kerkûk di nava destên me de ye



Avestakurd - General û fermandarê Pêshmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî îro ji malpera Avestakurd re axifî û got di derbarê Kerkûkê de got...

Kerkûk di nava destên pêshmergeyan de ye û bila Kurd xema tishtekî nexun.

General Ezîz Weysî her wiha di derbarê hejmara pêshmergeyan de ku li Kerkûkê ne got, hejmara wan têra wê yekê dike ku ew Kerkûkê biparêzin.

General Weysî diyar kir ku hêzên pêshmerge bi moraleke bilind ji bo parastina Kerkûkê amade ne.

AvestaKurd

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

von Kurdewari am 01.03.2011 09:30

Sibe nijadperestên Ereb li Kerkûkê meshekê çêdikin



Avestakurd - Sibe nijadperest, fashîst û dijberên Kurdan li Kerkûkê meshekê li dijî hebûna Kurdan çêdikin.

Erebên ku xwe ji bo meşê amade kirine dibêjin divê Kurd ji Kerkûkê derkevin û Kurdên li wir dimînin jî, divê xwe beshekî ji Kurdistanê nebînin.

Nijadperestên Ereb û beshek Turkiman dibêjin Kurdên li Kerkûkê dijîn, her wiha divê ji Kurdistanê re nebêjin Kurdistan, bibêjin bakurê Iraqê.

Li aliyê din Kurdan jî xwe amade kirine ku Kerkûkê biparêzin.

Her wiha cîgirê serokê PDK Nêçîrvan barzanî got, heta ku Kerkûk aram nebe, wê pêshmerge ji wir dernekevin.


Avestakurd

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

von Kurdewari am 01.03.2011 09:52

Kurdistanî - XELKÊN KERKÛKÊ BI DESTKÊN GULAN PÊSHWAZÎYA PÊSHMERGE KIRIN



Peyamner PNA – Aram Shêrko / Kerkûk – Dema ku hêzên pêshmerge çûn nav bajêrê Kerkûkê, xelkên bajêrê Kerkûkê destkên gulan pêshkêshî wan kirin. Niha rewsha bajêrê Kerkûkê bi gishtî hatiye kontrolkirin û hemû neteweyên nav bajêrê Kerkûkê, shadbûna xwe didin nîshandan ji ber ku êdî ewledarî li bajêrê Kerkûkê çê bûye.

weiterlesen

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

von Kurdewari am 01.03.2011 09:57

4 gerideyên bi bombe diçin bo Kerkûkê

Serfermandarê polîsê bajarê Kerkûkê Lîva Cemal Tahîr, da zanîn bo wan hin zanyarî hatine, ku ji aliyê terorîstan ve 4 otomobîlên bombebarkirî bo Kerkûkê hatine rêkirin, da ku di nav xwepêshandana dê sibê bê kirin, biteqinin.

Ji ber vê jî sibê demjimar 06:00 ta demeke nediyar hatina gerideyan bo bajarê Kerkûkê û derkeftina hemwelatiyan bo kolanan qedexe ye û ev kesên ku bêne derve jî dê bên girtin.

Her wiha Liva Cemal Tahîr ragihand ku pêshmerge bo parastina hemwelatiyan hatine Kerkûkê û niha li devrûberê Kerkûkê bilav bûne û ewlehiya bajar diparêzin û ev hatine jî bo demî ye, pishtî ku rewsh ewle bû pêshmerge dê vegere cihê xwe.

PukMedia

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

von Kurdewari am 02.03.2011 11:28

Shêniyê Kerkûkê daket kolanan û ala rengîn berz kir



Pishtî ku duh êvarê, çûn û hatin li Kerkûkê hat qedexekirin, îro katjimêr 4 pishtî nîvro ew qedexe hate rakirin. Pishtî ku qedexe hate rakirin, shêniyê Kerkûkê ji bo ku pishtgiriya hatina pêshmergeyan bikin daketin kolanan û alayên Kurdistanê berz kir.

Danîshtvanên Kerkûkê kêfxweshiya xwe ragihandin û dan zanîn ku hatina hêza pêshmergeyên Kurdistanê rê li pêshiya plana Ba`sî û shovenîstên Ereb girt û ewlehiya Kerkûkê parast.

PUKmedia

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Faschistische Araber und Saddam Anhänger demonstrieren gegen Kurden in Kerkûk

von Kurdewari am 07.03.2011 12:37

Barzanî got em ji Kerkûkê dernakevin



Wezîrê pêshmergeyan, di axiftineke xwe ya digel rojnamevanan de, ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ferman ji wan re daye ku li navçeyê dernekevin û aramî û ewlehiya navçeyê biparêzin

Li ser daxwaziya Erebên shovenîst, ku dibêjin bila pêshmerge li bajarê Kerkûkê derkevin, wezîrê pêshmergeyan jî ragihand, ku hîç hêzek nîne bikare hêzên pêshmergeyan, ji Kerkûkê derxîne.

Her wiha wezîrê pêşmergeyan, di axiftineke xwe ya digel rojnamevanan de, ragihand ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ferman ji wan re daye ku li navçeyê dernekevin û aramî û ewlehiya navçeyê biparêzin.

Netkurd

Antworten
Erste Seite  |  «  |  1  |  2

« zurück zum Forum