Ahmet Turk, Şereffedîn Elçî, Bayram Bozyel und andere haben sich mit Mesûd Barzanî getroffen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Ahmet Turk, Şereffedîn Elçî, Bayram Bozyel und andere haben sich mit Mesûd Barzanî getroffen

von Azadiyakurdistan am 25.05.2011 18:45



Di hevdîtinekê de ligel shanda Kurdên bakur Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da zanîn ku niha rewshek heye civîn û civaka navdewletî de pishtgirî li Kurd tê kirin û got: ''Lewra divê hêzên Kurdistanî vê derfetê bash bi kar bînin û sûd jê‌ werbigirin. Hîç pirsgirêkek bi sher nayê çareser kirin, bi diyalogê tên çareserkirin. Serdema çek ji bo Kurd û xeynî Kurd jî bi ser çuye. Tu dikarî bi hevgirtin û siyaseteke dirust gelek tishtan bi dest bixî.''

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêshwazî li shandeke siyasetmedarên Kurdên Bakur kir ku ji Serokê Gishtî yê KADEPê Sherefedîn Elçî, Hevserokê KCDê Ahmet Turk, Serokê Gishtî yê HAK-PARê Bayram Bozyel û Serokê BDPê Hamît Geylanî pêk dihatin.

Di hevdîtinê de, shanda Kurdên bakur nerîna hemû aliyan a derbarê pêvajoya pirsa Kurd li Tirkiye û guhertinên li nav Tirkiyê û pasharoja proseya siyasî û demokrasiyê ya pishtî hilbijartinên roja 12.06.2011 pêshkêsh kirin û di vî warî de hewlên hikûmeta Tirkiyê ya di vî warî de bilind nirxand û bi pêwîst zanîn gelê Kurd li Tirkiyê tevgereke erênî ligel wan guhertinan bike û warê diyalog û gotûbêjê bi rûyê Hikûmetê û partiyên siyasî yên Tirkiyê de herdem vekirî be.

Herwiha, mijara sazkirina konferanseke berfireh a Kurdistanî hat axaftin û di vî warî de wiha bi bash zanîn ku konferans îsal bê sazkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî pishtîvaniya xwe bo sazkirina vê konferansê anî ziman û ragihand ku sazkirina wê konferansê yek ji bernameya bingehîn a wan e da gotareke yekgirtî ya Kurd derkeve ku ew jî gotara ashtiyê be.

Barzanî tekez kir ku konferans ji aliyê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ve tê rêxistin û ji bo xwe amadekirina vê konferansê jî pêwîste lîjneyeke hevbesh bi rêkkeftina hemû parçeyan pêkbê û di civînan de jî pêwîste bernameya konferansê rêk bixe û wan kesayetiyan destnîshan bike ku amadeyê konferansê dibin, ji xeynî nûnerên pêkhateyên cûda yên Kurdistanê.

Barzanî da zanîn ku niha rewsh û derfetek li holê ye ku di civîn û civaka navdewletî de pishtgirî li Kurd tê kirin û wiha axifî: ''Ji bo wêna divê hêzên Kurdistanî vê derfetê bash bi kar bînin û sûd jê‌ werbigirin bi mebesta xizmetkirina bingeha bihevre jiyan, tebayî û birayetiya di navbera Kurd û gelan de û evna jî xizmeta ashtî, asayîsh û aramiya navçeyê û cîhanê jî dike. Hîç pirsgirêk û kêsheyek bi sher nayê çareser kirin lê bi diyalogê tê çareserkirin. Serdema çek ji bo Kurd û xeynî Kurd jî bi ser çuye, tu dikarî bi hevgirtin û siyaseteke dirust gelek tishtan bi dest bixî û ew hevgirtin jî bi du tishtan tên kirin; Yekem çetra neteweyî ye ne ku hizbî û duyem jî peyrewkirina siyaseteke ashtiyane ye ku dikare bi vê sedemê hêvî û daxwazên xwe bi awayekî siyasî bînin ziman.''

Li dawiya hevdîtinê de, Barzanî, li ser girîngiya bihêzbûna peywendiya di navbera Kurd û Tirk a di hemû astan de kir û ew pêshkeftina bi demokrasiyê li Tirkiyê tê holê bi xalekî pishtgir wesif kir. Ji bo xurtbûna wan pêwendiyan daxwaz ji amadevanan kir ku sûd ji wê rewshê werbigrin bo bidestxistina mafên demokratîk yên Kurd li Tirkiyê û got: ''Heta demokrasî li Tirkiyê ber bi pêsh biçe meseleya Kurd jî pêsh dikeve û pishtgirî û hevsozî jî zêdetir dibe.''

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 25.05.2011 19:36.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Ahmet Turk, Şereffedîn Elçî, Bayram Bozyel und andere haben sich mit Mesûd Barzanî getroffen

von Azadiyakurdistan am 25.05.2011 18:48

Bis Herbst soll es ein Konferenz geben. Jedes Jahr wird gesagt das es in Frühling des nächsten Jahres stattfinden wird, hoffentlich ist es dies mal nicht wieder so.

Diese Treffen von kurdischen Politiker aus ganz Kurdistan ist sehr wichtig. Die müssen sich regelmäßig treffen und immer in Kontakt bleiben um über die Lage der Kurden zu reden und sich gut auf die Zukunft zu vorbereiten.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 25.05.2011 18:49.

« zurück zum Forum