Krîza sondxwarinê li Meclisê û sonda Leyla Zana
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Krîza sondxwarinê li Meclisê û sonda Leyla Zana
von Azadiyakurdistan am 18.06.2011 13:52
Li gor destûra Tirkiyeyê parlamenterên ku hatine hilbijartin, lazim e li parlamentoyê sondekê bixwîn; ew pisht re mafê parlamenteriyê werdigirin. Naverok û merasima sonda ku ê bê xwarin jî hatiye diyarkirin; lazim e ew sond gotin bi gotin bê xwendin û li gor merasimê be.
Li gor hin medyayên tirk, nuha hin parlamenterên serbixwe (BDP-ê) ji ber naveroka sondê ya kemalîst û regezperest naxwazin wê sondê bixwin. Ev kes qasî ku tê diyarkirin, her sê parlamenterên tirk ên ku ji îstanbulê û Mersînê hatin hilbijartin; Ertugrul Kürkçü, Sirri Süreyya Önder û Levent Tüzel in. Ji bo ku li dijî baweriya wan a sosyalîstî û shoreshgêriyê ye ew naxwzin vê sondê bixwin.
Altan Tanê Diyarbekirî jî ji bo ku ev sond li dijî baweriya wî ya dînî ye jê neraziye. Lê Altan Tan dibêje, "ji bo ku mecbûrî ye ez ê sondê bixwim, pisht re biçim ji Xwedê efûyê û mexfîretê bixwazim, doza lêborînê bikim."
Serokê BDP-ê ê berê Selahattin Demirtash li ser van nuçeyan daxwiyaniyek da; herçendî wî negot ka gelo daxwazeka sondnexwarinê ji parlamenteran hatiye an na, lê tekez kir ku tu kirîz di vê meselê de tuneye; sond ê bê xwarin, meseleyên ji vê giringtir li ber rojeva milet in, ew bi wan mijûl in.
Wek tê zanîn sala 1991-ê gava Leyla Zana li gel hin parlamenterÊn kurd ên din hatibû hilbijartin û li meclisê sond xwaribû, li ser kursiya meclisê, di dawiya sondxwarinê de bi kurdî gotibû "Ez vê sondê ji bo gelên kurd û tirk dixwînim."
Ev yek bûbû sedemê protestoyeka mezin di meclisa wê demê a nîjadperest de, kampanya lînçeka nedîtî li hember parlamenterên kurd hatibû vekirin, pisht re ew hatin zîndankirin û bi salan di zîndanan de man.
Netkurd
Das Video dazu....
Silav û Rêz
Azad
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Re: Krîza sondxwarinê li Meclisê û sonda Leyla Zana
von Kurdewari am 18.06.2011 17:58NÛKURD - Partiya Ashtî û Demokrasiyê (BDP), nûçeya ‘hersê nazmedên serkeftî yên Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê Ertugrul Kurkçu, Sirri Sureyya Onder û Levent Tuzel, naxwazin hevoka “ez sond dixwim ku ezê pêbendê shoresh û prensîbên Atatûrk bibim” ya di sonda parlamenteriyê de bixwînin’ derew derxist.
weiterlesen
Also doch gelogen?
Re: Krîza sondxwarinê li Meclisê û sonda Leyla Zana
von Azadiyakurdistan am 19.06.2011 12:56Die sagen das es so ein Problem bei den nicht gibt. Die 3 Parlementarier sind glaube ich Kommunisten deswegen wollen sie diesen Eid nicht sagen.
Und Altan Tan meinte das er diesen Eid sagen wird und dannach sich bei Xwedê entschuldigen wird.
Silav û Rêz
Azad