Zaxo: Randalierer verbrennen Hotels und Läden die Alkohol verkaufen.

Erste Seite  |  «  |  1  |  2 [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Bonafight
Gelöschter Benutzer

Re: Zaxo: Randalierer verbrennen Hotels und Läden die Alkohol verkaufen.

von Bonafight am 04.12.2011 13:43

Soweit ich weis sind die YÎK kurdische Muslimbrüder was auch heist das sie eng mit der Türkei zusammenarbeiten, dass wiederum gebeutet sie arbeiten für den Feind und sollen meiner Meinung verboten werden.

Antworten Zuletzt bearbeitet am 04.12.2011 13:47.

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Zaxo: Randalierer verbrennen Hotels und Läden die Alkohol verkaufen.

von Kurdewari am 04.12.2011 14:11

Serok li Zaxoyê ye
04/12/2011 09:22 Rojeva Kurd

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî îro sibehê giha bajarê Zaxo. Roja înê li bajarê Zaxo, piştî nimêja înê bi dehan kes ji mizgeftê derketin û êrîş birin ser dikanên meyfirotinê, nawendên masajê û hinek ji wan cihan şewitandin.

Di van bûyeran de nêzikî 32 kes ji hevwelatiyan birîndar bûn. Di bûyeran de 14 dikanên meyfiroş û 4 cihên ku masajê dikin, hatin şewitandin. Piştî van bûyeran xelkek din kom bû û erîş birin ser baregehê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) li bajarê Zaxo. Li Duhok û bajarokê Sêmilê YÎK hate protetokirin.

Doh piştî van bûyeran Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî ji bo ku lêpirsînek berfireh di derbarê van bûyeran de bête kirin komiteyek taybet saz kir. Dê ev komîte lêpirsînek berfireh li Duhok û Zaxo bike.

Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) doh daxuyaniyek belav kir û tê de ji bo şewitandina baregehên wan Partiya Demokrat a Kurdistanê tawanbar dike. Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û daxuyaniya YÎK-ê red kir û herweha ji bo îdiaya ku YÎK-ê kirî daxwaz kir ku, YÎK doza lêborînê ji PDK-ê bike.

Di derbarê bûyerên Zaxo de hinek daxuyaniyên cuda hatin belav kirin. Serokê Kurdistanê serdana Zaxo kir û piştî vê serdanê dê bêhtir bûyer bêne ronî kirin.

RojevaKurd

Nun ist auch Mesud Barzani nach Zaxo gegangen... Er hat ja zuvor ein Komitee organisiert um es aufzuklären....

Antworten

Zagros
Gelöschter Benutzer

Re: Zaxo: Randalierer verbrennen Hotels und Läden die Alkohol verkaufen.

von Zagros am 04.12.2011 21:14

Laut ROJTV wurden mehrere randalierer verhaftet.

Antworten

APOcalpto

37, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 104

Re: Zaxo: Randalierer verbrennen Hotels und Läden die Alkohol verkaufen.

von APOcalpto am 04.12.2011 22:56

diese randalierer festnehmen und aus kurdistan verbannen!! problem gelöst!

Antworten

Zagros
Gelöschter Benutzer

Islamische Bewegung in Zaxo träumt von Kairo

von Zagros am 05.12.2011 02:58

Du roj berê, roja înê piștî nimêjê li Zaxo û hin qezên din bûyerên gelek dilêș qewimîn. Melayekî di waazê de xelkê derbarê mijara vexwarina alkolê û lașfiroșiyê de sor kir û bû sedemê provakasyonê. Helbet ev ne bi tena serê xwe sedemê bûyerê ye. Xuyaye rola vî melayî dadana fitîlê û agir pê dan bûye. Piștî nimêjê mixabin komekî hevwelatî berê xwe didin hin cafe û dikanên ku lê vexwarina alkolê tê firotin, hêrîș dikin û van deran wêran dikin. Șikir zirara canî, yani kuștin çênebû, lê ziyaneke madî heye.

Tișta balkêș û aliyê siyasî û civakî vê mijarê ew e ku ev dikan û hotêl yên birayên me Mesihî û Kurdên Êzdî ne. Yanî pirs ji acizî û gazindeke exlaqî derdikeve û digîhe hêrișkariyeke olî. Kurdên musilman yên bawermend hêrîșê çend cihên Mesihî û Êzdiyan dikin! Vêca li vê derê êdî rengê pirsê diguhere, destpê dike zerar digîhe pêkve jiyana așitiyane û azad ya hevwelatiyên Kurdistanê. Pêkvejiyana Kurdên musilman û ya Așurî, Kildanî û Ermenên mesîhî û Kurdên Êzidî de alozî derdikeve. Bi baweriya me evên xwestine van bûyeran proveke bikin, armanca wan jî ev bûye û ev e. Li Kurdistanê aloziyan û pevçûnên olî derbixin. Ev șêweyê xebatê û tektîkeka tevgerên islama siyasi ye. Ka carekî li bûyerên Kahirê û Iskenderiyê binêrin. Li wê derê hêrîșê Mesihiyan kirin, dêrên wan șewitandin. Li Sudanê, Somalî û welatên din jî ev cure hêrîșkarî çêdibe.

Mixabin Buhara Erebî ku mirov hêvî dikir ev bizav bi pêvejoyekî demokratizebûne pêșkeve, qulupî bû Buhara Islama Siyasî! Li Tunusê, Misirê tevgera „Ixwan Muslîmîn (Birayên Musilman)" bi ser ket. Li Lîbya, Yemen û Suriyê jî ihtimaleke zêde ye, dê ev hêz xurt bibe. Jiber ku hêzekî demokrat, sivîl û sekular rêkxistî tune, an jî gelekî lawaz in. Ev rewș bandora xwe li seranserê Rojhilata navîn dike, bêguman li Kurdistanê jî. Li bașurê Kurdistanê bi taybetî Partiya Yekgurtiya Islamî dixwaze vê rolê bilîze, bibe „Ixwan muslîmînên" Kurdistanê û ji „Buhara Islamiya Siyasî" îstîfade bike. Ji xwe re riya desthilatê veke. Ji bo vê yekê dixwaze hemî derfetan ji aliyê siyasî û cemahîrî ve bikar bîne. Yek ji van derfetan propaganda dijî alkol û lașfiroșîyê ye.

Xaleke din, pîjkirina dijminahiya hevwelatiyên ne musilman e û pirsa gendeliyê û partîzanî jî nan û penîrê siyaseta rojane ye. Gendeli û „partîzanî" bi reformên Serokê Kurdistanê gelekî pêșî lê hatiye girtin, dorpêç bûye. Di destê Islama siyasî de dimîne pîjkirina mijarên olî û mijarên wekî alkol û tiștên wisa. Tișta li Zaxo jî qewimî ev e. Ev pirs hewce ye ciddî were girtin. Di gotara Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de mirov vê hesasiyetê dibîne. Îro li Zaxo û Duhokê bi așkere got. „Êrîş kirine ser birayên Mesîhî Û Îzdî xeta herî sûre ya me ye!" Kesên bîreweriya Mesûd Barzanî ji nêzîk ve binasin, dizanin ku ew dê berî her tiștî berevanî û parastina Mesîhî û Kurdên Êzdî bike. Jiber ku bi rastî ew dixwaze li Kurdistanê multi ethnic demokrasî bi her awayî cîbecîh bibe. Di deftera îslama siyasî de demokrasiyeke wisa tune. Bila ti kes xewnan nebîne, heta Mesûd Barzanî li Kurdistanê xwedî hêz be, dê li wê derê kes nikaribe desthilatdariyeke oldar saz bike. Mesûd Barzanî parazgerê maf û azadiya olî ye, lê ji bo her ol û mezhebî!

Em werin ser nasnameya tevgera islamiya siyasi. Li pișta Islama Siyasî ya Kurdistanê „Iraseya Islamî" heye û Rabita jî piștevanê wan e. Ew parçeyek ji tevgera Islamiya navdewletî ne. Lingekî wan rojekî li Tahranê ye, roja din li Enqereyê, li Emaretê û Suudiyê ne. Di vê bûyera dawî de balkêș e, Konsulê Îranê yê Hewlêrê yekser seredana Yekgurtu kir.

Di demekî ku Kurdên rojava li Qamișlo yekrêziya xwe çêkirin, Meclisa xwe ya Niștîmanî danîn û hatin Hewlêrê seredana Serokatiya Kurdistanê, piștî sê çar rojan ev bûyera li Zaxo diqewime, roja din jî Konsulê Îranê seredana Yekgurtuya Islamî dike. Tirkiye di „Buhara Islama siyasî" de piștevaniya Ixwan Muslimîn dike. Tirkiye dixwaze ku li Kurdistanê jî islama siyasî xurt bibe. Belku rehettir bi hev ra kar bikin!

Tișteka balkêș e, ev bû mehekî mehekûnîv e, li Kurdistanê navê rêxistineke Îslamî ya „nû" tê bihîstin „Dostên Muhemed Resullah"! Yên ku li nav xelkê propaganda li dijî navendên masajan û dikan û cafeyên lê alkol tê firotin dikin, piranî ev kes in. Mixabin gelekî ji van mirovan ciwan in û xwendevan jî hene di nav wan de.

Yekgurtuya Islamî heta nuha ji hin rêxistinên xeyrî alîkariya maddi ji bo bursên keç û xortan werdigirt. Bi van bursan hem ji xwe re kadroyan çêdikir, hem jî dikarî hin kadroyên xwe xwedî bikin. Yek ji van imkanên wî ji dest çû. Heyva Sor ya Emaretê berî mehekî biryar da ku van alîkariyên xwe bi riya Dezgeha Xeyri ya Barzanî belav bike, Vê mehê ev jî dest pê kir. Ev alîkarî vê mehê raste rast gîhșt destê xwediyên xwe. Ev jî xalekî ye ku Yekgurtu aciz e. Jiber ku ev burs ji bo xebata li nav gel ji bo wan gelekî girîng bûye.

Ev qewimîn nîșan didin, gelo cîbecîh kirina demokrasîyeke rasteqîn, sekular, gerdûnî bi çiqasî girîng e. Leyistika bi ol û mezheban û wek amurekî kar anîna wan metirsiyeke mezin e. Lê hebûna Islama siyasi êdî rastiyeke û hewce ye em jî ew jî bizanin di çarçoveya demokrasiyê de pêkve jiyaneka așitiyane divê çawa be?

Axir ne wekî du roj berê li Zaxo! Pêkve jiyana bi rûmet ew e ku yê dêrê bi dêra xwe, yê mizgeftê bi mizgefta xwe, yê lalișa nur bi ya xwe. Divê cîhê yê alkol vexwe jî, nevexwe jî li vî welatî hebe û kes destdirêjiya hevdu neke. Demokrasî ev e. Herkes divê xwe jê re amade bike!

Bayram Ayaz (04.12.2011) NUKURD

Antworten Zuletzt bearbeitet am 05.12.2011 03:00.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Die Personen die denken das Kurdistan wie Tunesien und Ägypten ist liegen falsch

von Azadiyakurdistan am 05.12.2011 14:36



Duhî (4/12/2011) Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî serdana bajarê Zaxo kir.

Serok Barzanî li dora demjmêr 11'yê sibehê li hola Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Zaxo axivitenek der barê bûyerên li Zaxo rû dayî de ji komeke berpirs û xelkê Zaxo re kir. Serok Barzanî piştî bixêr hatina amadevanan kir, got ku, bûyera Zaxo ji aliyê çend kesan ve hatiye kirin ku dixwazin nav û dengê Kurdistanê û tevegera rigarîxwaza Kurdistanê xira bikin. Her wiha da diyar kirin ku ev ne dengê gelê Kurd bû dengê çend kesekî bû. Serok Barzanî bal kişand ser destkeftinên gelê Kurdistanê û got ku, rewşa îro heyî bi xwîna gelê Kurd çêbûye û xelkê Zaxo jî bi xwîna xwe tevlî şer bûye. Di xaleke din de Serok Barzanî da diyarkirin tu kes bi zorê û derbeyan nehatiye ser disthilatdariyê, hilbijartinekî azad bûye li ser bingeheke sîstema demokratîk. Her wiha got, ên dixwazin bibin desthilatdar bila fermo bikin werin ser sindoqan. Ji aliyekî din ve Serok Barzanî bal kişand ser zilamên olî û got ku, mafê tu kesan nîne ku fetwayan derxin, erkê wan ew e di warê olî de şîretan bikin. Serok Barzanî der barê bûyeran de êşa xwe anî ziman û got ku lîjnek hatiye avakirin ji bo lêkolînkirina rûdanan û çi kesê tawan kiribe wê bê darizandin. Her wiha Serok Barzanî bang li xelkên Mesîhî û Êzîdî kir û got ku ev welat welatê we ye jî û em amadene ji bo parastina we şer bikin. Her wiha da diyar kirin ku ew kesên hizir dikin Kurdistan wekî Misir û Tunisê ye ew di şaşiyê de ne.

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten
Erste Seite  |  «  |  1  |  2

« zurück zum Forum