Talabanî als Kurde : Kerkûk ist das Jerusalem von Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Talabanî als Kurde : Kerkûk ist das Jerusalem von Kurdistan

von Kurdewari am 09.03.2011 13:16

“Talebanî wek kurdekî got Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye”



Germiyan, 9 Adar (AKnews) – Pishtî ku Sekreterê Gishtî yê Yekîtiya Nishtimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî gotiye Kerkûk Qudsa Kurdistanê ye, medyaya erebî ev yek rexne kir.

Parlamentera Hevpeymaniya Kurdistanî Perîzad Shaeban di vê derbarê de got, “Talebanî wek kurdekî û Sekreterê YNKê ew axaftin kiriye, ne wek Serokomarê Iraqê.”

Shaeban, îro, ji AKnewsê re daxuyand ku berî çend rojan Talebanî wek Sekreterê YNKê di 20emîn salvegera serhildana bajarê Silêmaniyê gotarek pêshkêsh kir û Kerkûk wek “Qudsa Kurdistanê” bi nav kiribû.

Shaeban xuya kir ku Talebanî wek Serokomar ew axaftin nekiriye heta ku medyaya erebî wî rexne bike û daxuyaniya wî dijî destûr bide zanîn.

Shaeban axaftina xwe wiha domand, “Xebata bi deh salan a gelê kurd û shoreshên Kurdistanê hemû ji bo vegerandina navçeyên veqetiyayî bû tevlê Kerkûkê ku bi Dil û Qudsa Kurdistanê tê binavkirin, her ji shoresha Îlonê ya bi rêberiya Mistefa Barzanî ve û heta niha kurd ji bo vê armancê xebat kirine û gelek qurbanî dane.”

Parlamenterê Bloka Goran di Parlamentoya Iraqê de Serdar Ebdila di vê derbarê de got, “Bo mijareke wiha, heta parlamenterên bloka me hemû li hev necivin û helwestekê nedin, em nikarin li ser biaxivin.”

AKnews

Antworten

« zurück zum Forum