Talebanî: Em alîgirê Iraqek yekbûyî ne

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Sterka_Amede

31, Weiblich

  Fortgeschritten

Beiträge: 121

Talebanî: Em alîgirê Iraqek yekbûyî ne

von Sterka_Amede am 25.12.2010 20:38

Hewlêr, 25 Kanûn (AKnews) – Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, got, “Em alîgirê Iraqek yekbûyî ne, em ne cihêxwaz in.”



Jalal TalabaniTalebanî, di hevpeyvînekê de digel rojnameya Hurriyet a Tirkiyeyê, bersiv da pirsên rojnameyê.

Talebanî, di bersiva pirsa “Li gorî we, nîqa$ên xweseriyê yên navbera Sunnî û $ieyan, dê bandoreke çawa li pêvajoya nû ya Iraqê bike?” de wiha axivî:

“Ev yek bi temamî girêdayî wan e. Li gorî destûra bingehîn a Iraqê, du-sê eylaet dikarin bibin herêmek xweser. Heke ev daxwaz ji aliyê piraniya gelê wan deveran ve bê qebûlkirin, parlamento dê vê yekê erê bike. Em nikarin ti$tekî ser kesekî bisepînin. Heke mînaka Herêma Kurdistanê berçav bigirin, bi xwe dizanin.”

Talebanî, derbarê “rew$a Kerkûkê” jî, wiha got, “Ez nizanim gelê Kerkûkê çi dixwazin, divê hûn vê yekê ji wan bipirsin.”

Serokomarê Iraqê, di bersiva “Nêrîna we derbarê axaftina Mesûd Barzanî di kongreya PDKê de ku gotibû, ‘Kerkûk ya Kurdistanê ye û em vê yekê nîqa$ nakin’ çî ye?” de wiha got:

“Na wisa negot. Ez jî li wir bûm û min pir bi diqet guhdarî kir. Birêz Barzanî diyar kir ku ne kurd ne jî PDK cihêxwaz nînin. Got em dê di nav Iraqek federal û demokratîk de bimînin. Em alîgirê Iraqek yekbûyî ne, em ne cihêxwaz in. Ez bînim bîra we, dema ku Sedam têk çû, digotin kurd dê ji Iraqê cihê bibin, lê min jî digot dema Sedam çû ez ê herim Bexdayê. Hûn niha dibînin ez li ku me.”

AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 25.12.2010 20:54.

« zurück zum Forum