Talebanî: Tirkiye li Iraqê $a$î kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Talebanî: Tirkiye li Iraqê $a$î kir

von GulaKurdistane am 18.11.2010 16:20

Hewlêr, 18 Mijdar (AKnews) - Serokomarê Iraqê Celal Talebanî got, “Siyaseta Tirkiyeyê ku, pi$tgirî neda Serokomariya min $a$ bû û ser neket.”


Rojnamevana Milliyetê Asli Aydinta$ba$, li paytexta Fransayê Parîsê, bi Serokomarê Iraqê Celal Talebanî re ku bi armanca be$darbûna Sosyalîst Enternasyonalê li wir bû, hevpeyvînekê kir. Di hevpeyvînê de Talebanî got, Tirkiye, di dema damezrandina hikumetê de li Iraqê siyaseteke $a$ me$andiye û pi$tgirî nedaye serokomartiya wî. Talebanî got, Serokwezîr, Serokomar û Wezîrê Karên Derveyê ku Tirkiye li Iraqê dixwest pêk nehatin û wiha dom kir:

“Ez nizanim, di pi$t vê siyasetê de kî hebû, lê siyaseta ku Tirkiyeyê li Iraqê me$and $a$ bû û ser neket. Destpêkê pi$tgirî nedan min, lê pi$tre pîroz kirin. Dostê min ê xo$ewîst Serokomar Abdullah Gul bo min telgrafa pîrozkirinê $and.”

Talebanî got, ev hemû di raboriyê de mane, ew hê jî dostê Tirkiyeyê yê stratejîk e û naxwaze zêde behsa raboriyê bike. Talebanî derbarî çekdanîna PKKê de jî wiha axivî:

“Bo PKKê di rêzê de gava danîna çekan û derbasbûna siyasetê heye. Divê bi Ocalan re jî hevdîtin hebe. Bangên vekê$ana PKKê yên bo derveyî sînor rast in. Ger PKK, li Iraqê bêdeng raweste, dê çareserî hêsantir bibe.”

AKnews

Antworten Zuletzt bearbeitet am 18.11.2010 16:21.

« zurück zum Forum