Tedbîrên nexwe$iyê nayên girtin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


PiskopataAmede

30, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 25

Tedbîrên nexwe$iyê nayên girtin

von PiskopataAmede am 17.07.2011 01:42

Hevfteya derbasbûyî li zozana Saribûla a gundê Qesirka girêdayî navçeya Payîzavaya Wanê, gelek sewal bi nexweshiya sharbonê ketin û jina bi nave Ayshe Ozcan jî ji ber vê nexweshiyê jiyana xwe ji dest da.

Pishtî bûyerê gelek kes li vê nexweshiyê ketin. Ekîbên midûriyetên tenduristî û çandiniyê jî ku çûbûn cihê bûyerê pishtî agahdarkirinek kin ji gund vegeriyan. Li gund gelek kes jî ber nexweshiyê serî li nexweshxaneya didin. Heta niha 12 kesên di nav de yên rewsha wan giran jî hene li nexweshxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê û Nexweshxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê tên dermankirin. Li ser lashê welatiyên ku dermankirina wan didome, werimîn û birînan rû daye. shevêdin 3 kesên din yên anîne nexweshxaneyê jî tên dermankirin. Lê du kesên din ji ber ku li nexweshxaneyê cih nemeye li ser piyan hatin dermankirin û ew shandin malê. Hat diyarkirin ku li gund hêj gelek kesên nexwesh yên serî li nexweshxaneyê nedane hene.

Gund ranekirin dibin karantinayê

Tê diyarkirin ku li gund her roj gelek sewal ji ber nexweshyê telef dibin û ji ber ku tedbîr nayên girtin shîr û goshtê van sewalên nexwesh xwarin. Li aliyê din li gundê ku ranekirina dibin karantînayê ji ber ku cendeken sewalên nexwesh yên mirî nayê çalkirin û li holê dimîn çav li rêye ku hejmara nexweshan zêde bibe.

Bijîshk û hemshireya ku li gund hatine peywirdarkirin naçin gund. Keyayê gund Faruk Shehmuzoglu, diyar kir ku eger li gund bijîshk heba dê zûtirin demê mudaxale li nexwashan kiriba û got ku gund ji qedera xwe re hatiye terikandin. Keya Shehmuzoglu, wiha axivî: „Di fermiyetê de li gundê me bijîshk û hemshre tê dîtin. Lê nayên gund. Deriyê bingeyê girtiye. Dema em bi midûriyetê re jî dibêjin, ji me re tê gotin ku tu kes naxwaze li gund peywir bike. Yên tên peywirdarkirin jî îstîfa dikin. Ji bo ku em cendekên sevalên mirî çal bikin ev 2 roj in em li benda kepçeye ne. Lê hêj tu kepçe nehatine.“ Shehmusoglu, ji rayedaran alîkarî xwest.

Xwest tedbîr bê girtin

Kurê Ayshe Ozcana ji ber nexweshiyê jiyana xwe ji dest daye, Suat Ozcan diyar kir ku beriya diya wî jiyana xwe ji dest bide 4 caran biriye nexweshxaneyê lê tu teshhîs nedanîne ser diya wî. Ozcan, destnîshan kir ku eger demek zû teshhîs hatiba kirin, diya wî jiyana xwe ji dest nedida û got ku îhmalkariyek gelek mezin hatiye kirin. Kure Ozcana jiyana xwe ji dest daye yê din Veysel Ozcan jî diya kir ku hêj li gund bi dehan nexwesh hene û wiha pêde çû: „Diya min ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest da. Bila êdî tu kes nemire. Em dixwazin rayedar tedbîr bigirin.“

Qeymeqam îdîa kir ku wan ‘Tedbîr girtiye’


Rayedarên Midûriyeta Tenduristiyê ku me têkildarî mijarê pê re hevdîtin kir diyar kirin ku ji bo 5 hezar sewal bên ashîkirin wan ji wezareta tenduristiyê derman xwestiye û dê hemû sewalan derman bikin. Li gundê ku tu xebat lê nehatine kirin jî Qeymeqamê Navçeyê Nurullah Kaya îdîa kir ku hemû tedbîrên pêwîst hatine girtin. Kaya, îdîa kir ku li gund kor hatine kolandin û sewalên mirî hatine çalkirin.


Quelle

Antworten

« zurück zum Forum