Turk: Ocalan dikare çekan bêdeng bike

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Turk: Ocalan dikare çekan bêdeng bike

von GulaKurdistane am 21.11.2010 22:30

Hewlêr, 21 Mijdar (AKnews) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ahmet Türk got, “Bo çareseriya siyasî muxatab BDP ye. Lê hêza ku bikaribe çekan bêdeng bike Ocalan e”. Turk got, ger partiya muxalefeta sereke CHP ji guherînê ne tirse dê bihêztir bibe.

Hevserokê KCDê Ahmet Turk, daxuyaniyekê da rojnameya Ak$amê ku li Tirkiyeyê tê we$andin û got, di tevahiya dîroka Komarê de kurd ji aliyê dewletê ve wek xeteriya potansiyel hatine dîtin, lê dixuye ku, dewlet vê fikrê diterikîne.

Turk got, genge$iya guherina nava Partiya Komargeriya Gel (CHP) ku Komarê damezrandiye jî bi vê meylê ve girêdayî ye û wiha dom kir:

“Ji ber kêmasiyên siyasî, di nava CHPê de ev genge$î hene. Heta niha statukoparêz û muhafezekar bûn. Dîtin ku, partiyeke wiha tu car nabe desthilat. Têgihî$tin ku, bi siyasetên tund û kevnar ên 70 salan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Ev hemû nî$an didin ku, guherîn û veguherîn acîl e. Ger di CHPê de ev bûyer diqewimin, ev ne meseleya rêveberiyê ye, ev meseleya nêrîna siyasetê ye. Ger CHP netirse û xwe venekê$îne qafiqa xwe, dê bibe partiyeke xurtir.”

Turk got, di pirsgirêka kurd de, ji binî de bêdengkirina çekan mimkun e û wiha pêde çû:

“Hûn qebûl bikin jî nekin jî, di pirsgirêka kurd de muxetab diyar in. BDP, partiya siyasî ya gelê kurd e. Hêza PKKê jî êdî ji hêla tu aliyê ve nayê înkarkirin. Bo çareseriya siyasî partiya muxetab BDP ye. Lê hêza ku çekan bêdeng bike Abdullah Ocalan e. Ger ev aktor bên dîtin û gav bên avêtin, dê çareserî pêk were.”


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum