Umfrage in Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Umfrage in Kurdistan

von Kurdewari am 04.04.2011 11:23

Anket: Dîtinên kurdistaniyan li ser xwepêshandanan



Ajansa Peyamnêrê (PNA) radigihîne ku dezgeheka rapirsîn û lêkolînan a bi navê Centerî Gare anketek li Herêma Kurdistanê li ser xwepêshandan, pevçûn û aloziyên vê dawiyê ên li Herêma Kurdistanê amade kir.

Ajansa Peyamnêrê (PNA) radigihîne ku dezgeheka rapirsîn û lêkolînan a bi navê Centerî Gare anketek li Herêma Kurdistanê li ser xwepêshandan, pevçûn û aloziyên vê dawiyê ên li Herêma Kurdistanê amade kir. Li hersê bajarên Herêmê; Hewlêr, Silêmaniye û Dihokê ev anket hatiye kirin ku li her bajarekî ji hezar kesan bi tevayî sê hezar kesan pirs hatine kirin. Navenda Gare ragihandiye ku ev anket bi tevayî li nav xelkê hejar ê ku xwe ji dam û dezgeyên dewletê û partiyan dûr dibînin hatiye kirin. 2045 kes ji wan mêr û 955 jin bûne.

Ji bo hilweÅŸandina hukumetê û parlamentoya Kurdistanê ji 3000 kesan 487 kesan gotiye erê, 2513 kesan gotiye "na". Ev bersiv li gor bajaran wiha ye:



Li gor 2466 bersivderan bi hilweshandina hukumet û parlamentoyê Herêma Kurdistanê ê têkeve nav valatiya ewleyî û îstîqrarî ya siyasî. 526 kesan gotiye bi hliweshandinê tu tishtek nabe. Bersiva vê li gor bajaran wiha ye:



Bi hilweshiyana hukumet û parlamentoyê valayiya ewleyî îstîqrarê dertê

Li gor 1491 kesan bash e ku hukumet baweriyê bi dezgeyên dewletê bike heta karên xwe digihînin encamê, 1466 difikirin ku bi eksê w êdifikirin, 43 deng vala çune.

Ev dîtin li gor bajaran wiha ye:




1627 bersivder qenc dizanin ku reformên bingehîn di dezgeyên hukumetê de bibin, 1313 kes jî bi eksê wê difikirin. Li gor bajaran.

GElo bira reformên bingehîn di dezgehên hukumî de bên kirin?




Ji bo pirsa "Gelo hilbijaritên pêshwextî bibin bashe?" 958 kesan gotiye bash e, 2028 kesan gotiye nebash e.

Li gor bajaran ev encam wiha ye:





Li gor 628 beshdarbuyiyan bash e ku xelk daxwazên xwe di riya xwepêÅŸandana re bikin, 2362 kes riya xwepêÅŸandanê bash nabînin. Li gor bajaran encam wiha ye:



Ji bo pirsa "Gelo bash e ku xelk di riya endamên parlamentoya Kurdistanê re daxwazên xwe bikin", 2337 kes dibêjin bash e, 623 bi eksê wê difikirin.

Antworten Zuletzt bearbeitet am 04.04.2011 11:25.

« zurück zum Forum