Wê Erdogan li dijî PKK’ê hevkariyê xurt bike!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Wê Erdogan li dijî PKK’ê hevkariyê xurt bike!

von Kurdewari am 05.10.2010 13:58

Wê Erdogan li dijî PKK’ê hevkariyê xurt bike!
ANF
13:21 / 05 Cotmeh 2010

ENQERE - Serokwezîr Tirk Recep Tayîp Erdogan, di axaftina xwe ya di civîna partiya xwe AKP’ê de kirî de, diyar kir ku dîroka herî baş jibo hilbijartinên giştî hefteya destpêkê ya hezîranê ye û di derbarê dîplomasiya derve ya li dijî PKK’ê de jî got; “Em ê hevkariya xwe ya bi Sûriyeyê re ya li dijî teror xurt bikin. Em ê roja înê li Elmayayê bi Merkel re bêne cem hev.”

Erdogan di civîna koma AKP’ê de axivî, behsa turban û nîqaşên destûra bingehîn kir û bi ser CKP’ê de çû û diyar kir ku wan di 14 roj û 14 şevan de pakêta guhertina destûra bingehîn amade dikir û muxalefet her tim vê digot; ‘ev çi lez e, hilbijartin nêzîk bû... û niha jî dibêjin em ji beriya hefteyekê dest bi guhertina destûra bingehîn bikin.

Erdogan diyar kir ku ew ê ji meha adarê û şûn ve bikevin nava hilbijartinan û got; “Dîroka herî bash jibo hilbijartina giştî hefteya destpêkê ya meha hezîranê ye.”

Erdogan diyar kir ku wê pêvajoya li pêşiya wan ceribandina samîmyetê be û got; “Em li bendê ne ku sozên ku muxalefet dane bicih bîne. Wê piştî hilbijartinê destûra bingehîn ya nû bibe rojeva parlementoyê, bila her kes amadekariyên xwe bikin.”

WÊ BI MERKEL RE BÊN CEM HEV

Erdogan diyar kir ku di polîkayên derve de pêşketinên girîng hene û got; “ Em ê bi Sûriyeyê re hevkariya xwe ya li dijî terorê xurt bikin. Em ê roja înê li Elmanya bi Merkel re bêne cem hev.”

ANF

Antworten

« zurück zum Forum