Weşanxaneyên kurd, bo pêşangehê amade ne

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Weşanxaneyên kurd, bo pêşangehê amade ne

von GulaKurdistane am 28.10.2010 19:00

Kitap FuariStenbol, 28 Cotmeh (AKnews) – We$anxaneyên kurdan ênli Tirkiyeyê, amadekariya xwe ya bo be$darbûna Pê$angeha Kitêban a TUYAPê ku di 30ê cotmehê de tê lidarxistin temam kirin.

29emîn Pê$angeha Kitêban a TUYAPê, di navbera 30ê cotmehê û 7ê sermawezê de tê lidarxistin û tê payîn ku, ji sed hezar kesan zêdetir mirov serdana pê$angehê bikin.

Kitap Fuari550 we$anxane û saziyên civaka sivîl dê be$darî pê$angehê bibin û nêzî 300 aktîvîte û bi sedan çalakiyên rojên îmzeyê dê bêne kirin. Di pê$angehê de we$anxaneyên kurd jî, digel kitêbên xwe yên kevn, kitêbên herî nû jî dê pê$kê$î xwendevanan bikin.

Ji Stenbolê we$anxaneyên Avesta, Nûbihar û Pêrî, ji Diyarbekirê jî we$anxaneyên Aram, Ava, Lîs û Deng, li pê$angehê dê stand vekin.

Edîtorê We$anxaneya Avestayê Abdullah Keskin, derbarî mijarê de ji AKnewsê re got, ew ê bi 20 kitêbên nû be$darî pê$angehê bibin. Keskin got, ew ê, bi be$darbûna Prof. Dr. Ebas Welî û nivîskarê Galisyayê Sechu Sende jî du hevpeyvînan li dar bixin.

Di Pê$angeha îsal a TUYAPê de mêvana rûmetê Spanya ye.

Antworten Zuletzt bearbeitet am 28.10.2010 19:16.

« zurück zum Forum