West-Kurdistan: In Qamişlo wurden Flyer mit Bedrohungen an Kurden verteilt
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
West-Kurdistan: In Qamişlo wurden Flyer mit Bedrohungen an Kurden verteilt
von Azadiyakurdistan am 17.06.2011 12:35Li rojavayê bajarê Qamishlo, belavokeke ku Kurdan tehdîd dike hate belavkirin.
Belavok bi îmzeya (Ciwanên Ereb yên Azad) hate belavkirin.
Belavoka ku bi dîwarên bajarê Qamishlo de hate daleqandin wan kesan tehdîd dike ku li dijê rêjîma Sûriyê derdikevin.
Li aliyê din rayedarên Kurd li Qamishlo dibêjin ewê xwepêshandanên xwe berdewam bikin û tehdîd nikarin wan rawestînin.
avestakurd
Silav û Rêz
Azad
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Re: West-Kurdistan: In Qamişlo wurden Flyer mit Bedrohungen an Kurden verteilt
von Kurdewari am 19.06.2011 11:51Arabische Stammeshäupter bedrohen Kurden in Syrien
Serokeshîrên ereb kurdên Sûriyeyê tehdîd kirin
Tê ragihandin ku heyeteka erebên Sûriyeyê ku pêkhatibû ji du serokeshîrên Tayan, yekî mehelmiyan û nunerekî xiristiyanan di civîneka li gel kurdan de, ew tehdîd kirin ku eger kurd xwepêshandanên xwe li welêt berdewam bikin êw ê bersiva wê bidin.
Li gor agahiyên rexistina mafê mirovan KurdWatçê civîn hefta derbasbûyî di navbera nunerên partiyên kurd û heyeta ereban de li ser daxwaza ereban pêk hat. Ji kurdan hat xwestin ku ew dawî li xwepêshandanên li devera cizîrê bînin, yan na erebên herêmê jî ê bersivê bidin.
Nunerên kurdan ev daxwaza heyeta ereb red kir, wî her wiha bersiv da ku eger rê li ber xwepêshandanên li deverê bê girtin ew ê li shamê û helebê jî girseyên gel ji bo xwepêshandanan têxin tevgerê.
Berpirpirsekî partiyeka kurd ji Kurwatçê re got, li gor qenaeta partiyên kurd îstîxbarata Sûriyeyê ji vê tehdîdê berpirsiyar e. çend rojan hin belavokên xwedan nediyar li devera Cizîrê hatin belavkirin ku tê de grûbên ereb ji kurdan dixwazin ku nema xwepêshandanan bikin yan na ew ê li hemberî wê xwepêshandanên ereban rakin.
Ji Patrick Smith