Xeznewî: Mafê serxwebûnê ji bo Kurdan helal û rewa ye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Xeznewî: Mafê serxwebûnê ji bo Kurdan helal û rewa ye

von Kurdewari am 29.01.2011 18:37

Xeznewî: Mafê serxwebûnê ji bo Kurdan helal û rewa ye



Avestakurd - Li hemberî gotina sekreterê“Desteya Zaneyên Muslimana” Ebdulkerîm Zêdan ku gotibû” Ti mafê Kurdan nîne ku daxwaza federaliyê bikin û her kesê...

ku li ser mijara federaliyê û mafê çarenûsiyê gotûbêj bike, fetweya mirinê di derheqê wî de tê dayîn”, gelek nerihetî û nerazîbûn di nava zanayên Îslamî û rewşenbîr û hemû aliyên siyasî Kurdî de çê kir.

Her wiha li hemberê wê fetweya Ebdulkerîm Zêdan, Mehemed Murad Mashoq Xeznewî wiha bersiva wî de û wiha pê de çû: “ Li gorî ayet û axiftinên pîroz yên ji aliyê hezretî Mihemed(Dirûdê Xweda li ser be) ve hatine pêshkêshkirin, tekez li ser mafê çarenûsiya gelê Kurd dike.”

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Shêx Xeznewî got:” Eger mafê çarenûsiyê ji gelê Kurd re nerewa û heram be, serxwebûna hemû welatên Îslamî û Erebî jî nerewa û heram e.” pukmedia

Hêjayî gotinê ye ku shêx Mihemed Murad Mashoq Xeznewî, kurê zanayê îslamî ya rojavayê Kurdistanê, shehîd Dr. shêx Mashoq Xeznewî ye û niha li Herêma Kurdistanê dijî.

AvestaKurd

Antworten

« zurück zum Forum