Yan ji pêvajoyê yan jî ji zindan; derdikeve

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Sterka_Amede

31, Weiblich

  Fortgeschritten

Beiträge: 121

Yan ji pêvajoyê yan jî ji zindan; derdikeve

von Sterka_Amede am 21.01.2011 14:22

Avestakurd -Li Tirkiyeyê îdiaya wê çendê hate kirin ku hevdîtinên di navbera karbidestên dewleta Tirkiye û Abdullah Ocalan de, di daxwaza “zîndana malî”de asê bûne.




Li Tirkiyeyê îdiaya wê çendê hate kirin ku hevdîtinên di navbera karbidestên dewleta Tirkiye û Abdullah Ocalan de, di daxwaza “zîndana malî”de asê bûne.

Li gor nûçeyeke Rojnameya Vatana tirkî, $andeya dewleta Tirkiyeyê digel rêberê PKKê Abdullah Ocalan daxwazên wek “mayîndekirina agirbestê”, “bi yekcarî destjiçekberdanê”, “azadiya zimanê dayîkê” û “Efûya ji bo PKKyiyan” nîqa$ dikin.

Di nûçeyê de tê gotin, “Heta niha jî di van danûstandinan de qonaxa çarseriyê dest pê nekiriye.”

Her di vê nûçeyê de îdaya wê çendê tê kirin ku Ocalan ku gilî li ser $ert û mercên tenduristiyê yên di zîndanê de û tenduristiya xwe heye, ji bo pêkanîna agirbestekî mayînde rijdiyê li ser “zîndana malî” dike û dide zanîn ku eger ev daxwaza wî neyê qebûlkirin, ew dê di meha adarê de ji pêvajoyê vekê$e.

Derbarê îdayên rojnameya Vatanê de yek ji parêzerên Ocalan Îbrahîm Bîlmez îdaya “hevdîtinên di navbera karbidestên dewleta Tirkiye û Abdullah Ocalan de di daxwaza “zîndana malî”de asê bûne” derewand.

Bîlmez ragihand ku Ocalan di vê mijarê de çi ti$tek ji wan re negotiye.

Ocalan di hevdîtina xwe ya hefteya borî de ragihandibû ew dê di meha adarê de rew$a heyî ji nû ve binirxîne û dibe ku xwe ji pêvajoyê vekê$e.

Karbidestên BDPê jî gelek ji bo Ocalan daxwaza “zîndana malî” dikin. Nûçe: ka, werger: ed, (AKnews)

Antworten

« zurück zum Forum