YDK (kurdische demokratische Union) wurde in Hewlêr angegriffen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

YDK (kurdische demokratische Union) wurde in Hewlêr angegriffen

von Kurdewari am 12.05.2011 15:10

YDK kete ber êrîsheke terorîstî



Avestakurd Di demekê de ku endamên rêberiya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê mijûlî civînekê bûn, ketin ber êrîsheke terorîstî û di encamê de pêshmergeyeke wê partiyê birîndar bû.

Sekertariya YDK ê di ragihandinekê de ku kopiyeke wê gihîshtiye Avestakurdê, diyar kiriye ku demjimêr 23:40 deqan bi dema Hewlêrê ya sheva shemiyê di demekê de ku beshek ji endamên rêberiya partiyê bi serperestiya Sekreterê partiyê Mamosta Osman Ceferî di civînê de bûn, kesek bi navê Ferzad ku ev dema 8 mehan e bûye endamê partiya wan, bi kilashînkofê êrîshî civînê dike, lê yek ji pêshmergeyên partiyê pêshiya wî digre û di encamê de ew pêshmerge birîndar dibe û kesê êrîshker jî tê destbiser kirin.

Di encama êrîshê de pêshmergeyekî YDK bi du goleyan birîndar dibe û niha di nexweshxaneyê de ye û her wiha kesê êrîshber jî hatiye binçav kirin û rasdestî berpirsên ewlehiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin û niha di bin lêkolînan de ye.

YDK berê ji PKK û PJAKê cuda bûye û pishtî cudabûnê ku endamên cudabûyî ji hemû beshên Kurdistanê pêk dihatin, ku her yek ji Kemal Shahîn bo beshê Rojava, Kanî Yelmaz bo beshê Bakur û Sîpan Rojhilatê (Shapûr Badushîwe) bo beshê Rojhilatê hatin diyar kirin lê her 3 kes yek li pey yek hatin teror kirin û heya niha jî aliyê ku li pisht terora wan bûye nehatiye diyar kirin.

Avestakurd

Antworten

« zurück zum Forum