Zêbarî: Qedafî got mafê kurdan yê serxwebûnê heye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Zêbarî: Qedafî got mafê kurdan yê serxwebûnê heye

von Kurdewari am 02.11.2010 19:39

Zêbarî: Qedafî got mafê kurdan yê serxwebûnê heye



» HiÅŸyar Zêbarî
HEWLÊR, 2/11 2010 — Wezîrê derve yê Iraqê HiÅŸyar Zêbarî eshkere kir ko di kongreya zîrveya Komkara Erebî de li bajarê Sêrtê yê Libyayê di civîna wezîrên derve yên welatên erebî de sherê devkî di navbera serokê Libyayê Muemmer Qeddafî û Wezîrê derve yê Sûriyeyê Welîd Mû`ellim de derket.

Qeddafî got mafê kurdan yê yekbûn û serxwebûnê heye. Mû`ellim bi van gotinan aciz bû û got: "Em li dijî dirustkirina dewleteke kurdî ne”. Lê belê Qeddafî bersiva wî da û got: "Wate hun digel bîr û baweriyên xwe ne rastgo ne." Zêbarî got: "Di wê demê de, min çepikên bihêz jê re lêdan."

Hishyar Zêbarî di hevpeyvîneka digel Rûdawê de behsa giringiya wergirtina wezareta derve ya Iraqê bo kurdan kir û got:

— Ne ji ber ko ez wezîrê derve me, bêguman wezareta derve zêde girîng e.

Zêbarî amajeyê bi yekê da ko niha `sher` li ser postê serokayetiyê ye û hê gotûbêj nehatiye ser dabeshkirina wezaretan û red kir ko wergirtina wezareta petrolê yan darayî wek ko kurd daxwaz dikin karekî hêsanî be û got:

— Her tiÅŸt ne di destê me de ye. Kî dibêje shî`e amade ne wezareta petrolê ko çavkaniya tevahiya dahata Iraqê ye bidin kurdan.

Zêbarî behsa rola serokkomariyê jî kir û got:

— Ne serokkomarek lê belê sê serokkomar hebûn. Vetoya her yek ji wan hebû. Xwiya ye qonaxa bêt bi vî awayî nabe û dê tenê serokkomarek hebe lê bi desthilateke kêmtir.

Hishyar Zêbarî behsa giringiya postê serokkomariyê bo kurdan kir û got:

— Kurd li ser wergirtina postê serokkomar pêdagir in, ji ber tirs heye ko nedana vê postê bo kurdan bibe pêngava yekem bo standina hemî mafên ko gelê kurd bi dest ve anîne.

Nefel

Antworten Zuletzt bearbeitet am 02.11.2010 19:50.

« zurück zum Forum