Êzîdî ber bi Laleşê ve diherikin
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Êzîdî ber bi Laleşê ve diherikin
von Azadiyakurdistan am 04.10.2010 15:39
Êzîdî, ji bo hecê her sal di navbera 6’ê û 13’ê cotmehê de ji gelek deveran ber bi Lale$ê ve diherikin û serdana Lale$ê dikin. Îsal dîsa ji bo hecê rêwîtiya serdana Lale$ê dest pê kir.
Di çarçoveya serdana hecê ya ji aliyê Federasyona Êzîdiyan ya Ewropayê û TEVDA’yê hat ozganîzekirin de, îsal koma ji 50 kesî pêk tê ji Ewropayê hat Hewlerê û ji aliyê Serokê TEVDA’yê Hesen Seît û komek endamên TEVDA’yê ve li Balefirgeha Hewlerê hatin pê$wazîkirin. Êzîdî, ji wir jî derbazî Lale$a pîroz bûn. Li Lale$ê jî ji aliyê peywirdarên olî yê Lale$ê, Bavê Çavu$ ve hatin pê$wazîkirin.
Li bendê ye ku ji bo serdana hecê ya di 6’ê cotmehê de destpê bike ji Ewropa, Tirkiye, Ermenîstan, Suriye û Rusyayê gelek êzîdî bên Lale$.
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Re: Êzîdî ber bi Laleşê ve diherikin
von Kurdewari am 05.10.2010 13:29Xwedê heca Xwih û birayên me yên êzîdî qebîl bikê û exbil her sal.
Her bijî ola Kurdan, ola herî kevnar.
Her bijî ola Ezîdxan û gelê kurd û kurdistan.