Zebarî jî operasyon nepejirand

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Zebarî jî operasyon nepejirand

von Kurdewari am 10.10.2010 19:12



Rizgarî Online/ Pishtî rêveberiya Herêma Kurdistanê, serokê serleshkeriya Îraqê jî pêshnîyara operasyoneke leshkerî ya dewleta tirk nepejirand… Sererkanê leshkerî yê dewleta Îraqa federal Babekir Zebari, da zanîn ku, artêsha Îraqê, ne di wê rewşê de ye ku li hember PKK’ê sherekî bide meshandin. Zebarî, ji bo rojnameya Rûdawê, ku li bashûrê Kurdistan û li Ewrûpayê derdikeve, axifî. Zebarî got, li welêt krîza damezirandina hikûmetekê û pirsgirêkên cidî yên ewlekariyê hene.

Zebarî got, ji ber vê yekê, artêsha Îraqê, ne xwediyê wê hêz û wan derfetane, ku li dij PKK’ê tekoshînekê bide meshandin. Zebarî weha domand: ’’Bexda, ne alîgirê wê yekê ye ku pirsgirêka pêshmergeyan çareser bike. Herweha, li gor makezagonê jî heger destûra serokê hikûmeta Kurdistanê tune be, artêsha Îraqê jî nikare derbasî Herêma Kurdistanê bibe.’’

Zebarî diyar kir ku, mebesta wan a sherkirina li hember PKK’ê nîne û divê Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi PKK’ê re heyî, bi rêya diyalogê çareser bike; ji ber ku tirk PKKê wek rêxistinek terorîst dibînin, çareseriya vê meseleyê jî dê ewqas ne hesan be.

Rizgari

Antworten

« zurück zum Forum