Aysel Tuğluk berê xwe da Îmraliyê
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
GulaKurdistane
Deleted user
Aysel Tuğluk berê xwe da Îmraliyê
from GulaKurdistane on 11/01/2010 04:59 PMHewlêr, 1 Mijdar (AKnews) – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera berê ya DTPê Aysel Tugluk, ji bo hevdîtina bi Serokê PKKê Abdullah Ocalan re çû Îmraliyê.
Li gorî nûçeya CHAyê, Aysel Tugluk a ku hefteya borî ji ber barînê nekarî hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bîne, îsal danê sibê saet 08.50ê bi parêzer Mehmet Sabırta$, Sebahattin Kaya, Ä°brahim Bilmez re berê xwe da Fermandariya Cendermeyan a Gemlikê.
Parêzeran bi tijî kîsikan rojname, pirtûk û kovar bi xwe re anîn.
Pi$tî presedura fermî Aysel Tugluk û parêzer ji bêndera GEMPORTê bi kosterê ber bi Îmraliyê bi rê ketin.
Tugluk, berê bi daxuyaniyekê ji AKnewsê re dabû zanîn ku ew ê ji Ocalan bixwaze ku dema “bêçalaktiyê” ku duhî qediya, dirêj bike.
Ji aliyê din ve, KCKê bi daxuyaniyekê diyar kir ku îsal pi$tî nîvro ew ê derbarê biryara “bêçalaktiyê” de biryara xwe a$kere bikin.
AKnews