Kaplan: Bo Türk û Tuğlukê em ê biçin DMMEyê

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


GulaKurdistane
Deleted user

Kaplan: Bo Türk û Tuğlukê em ê biçin DMMEyê

from GulaKurdistane on 11/02/2010 12:42 PM

Enqere, 2 Mijdar (AKnews) – Parlamenterê $irnexê yê Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP) Hasip Kaplan, diyar kir ku ji bo lêvegerandina parlamenteriya hevserokên berê yên DTPê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê ew ê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî.

Kaplan ji AKnewsê re daxuyand ku Serokatiya TBMMê, bêyî ku pirsa Komisyona Destûr û Dadê û Yekîneya Biryar û Qanûnan a Parlamentoyê bike, daxwaza lêvegerandina parlamenteriya Turk û Tugluk red kiriye.

Kaplan, da zanîn ku Serokatiya TBMMê gotiye, “em xwedan rayeya biryarê nînin” û bi vî awayî berê me daye dadgeha Destûrê û got, “TBMM li pi$t guhartina xwe ya destûrê ranewestiya.”

Kaplan, bal ki$and ku hiqûqnasên partiyê mijarê dinixînin û diyar kir ku ew ê serî li Dadgeha Destûrê bidin.

Hasîp Kaplan, a$kere kir ku heke ew ji hiqûqa navxweyî tu encamê negirin ew difikirin ku biçim DMMEyê.


AKnews

Reply

« Back to forum