Gul u Erdogan êrişa Stenbolê şermezar kirin

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


GulaKurdistane
Deleted user

Gul u Erdogan êrişa Stenbolê şermezar kirin

from GulaKurdistane on 10/31/2010 08:27 PM

Hewlêr, 31 Cotmeh (AKnews) – Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokwezîrê wî welatî Recep Tayyip Erdogan, êri$a xwekujî ya meydana Taksîmê ya Stenbolê, $ermezar kirin. Wezîrê Hundir Be$ir Atalay jî, diyar kir, zûye mirov bêje ka kîjan rêxistinê ev êri$ pêk aniye.

Li gorî nûçeya CHAyê, Gul derbarê êri$a xwekujiya Stenbolê de wiha axivî, “Ez vê êri$a qirêj, bi tundî $ermezar dikim.” Gul, diyar kir, êri$ên bi vî awayî di vê demê de, nahêlin pirsgirêk di mercên aram de bên çareserkirin.

Erdogan jî, got, “Ez ji polîs û welatiyên ku di êri$a terorîstî de birîndar bûne re $ifayê dixwazim.” Erdogan, diyar kir, ev êri$ li dijî aramî û a$tiya Tirkiyeyê hatiye lidarxistin û wiha axivî:

“Li hember yên ku aramî û ewlehiya Tirkiyeyê têk didin, em tu carî bêdeng namînin. Êri$ên wiha, nikare pêÅ$iya biratî û yekîtiya Tirkiyeyê bibe asteng. Heta yekitî û biratiya me hebe, ev lîstik dê bên xerabkirin.”

Wezîrê Hundir Be$ir Atalay jî, da xuyakirin, zêdebarî ku hinek agahî jî di destên wan de hene, lê zûye mirov bêje ka kîjan rêxistinê ev êri$ pêk aniye.

Li gorî Parêgerê Stenbolê Huseyn Avni Mutlu, di teqîna xwekujî ya îro ya meydana Taksîmê ya Stenbolê de, yek kes mir û 32 kes jî birîndar bûn. Rew$a 5 birîndaran giran e.

Reply Edited on 10/31/2010 08:28 PM.

« Back to forum