Tugluk: Bi Ocalan re muzakere dest pê kir

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


GulaKurdistane
Deleted user

Tugluk: Bi Ocalan re muzakere dest pê kir

from GulaKurdistane on 11/02/2010 12:39 PM

Hewlêr, 2 Mijdar (AKnews) – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tuğluk, bi sîfeta “parêzer”, li Girtîxaneya Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Tugluk pi$tî hevdîtinê daxuyanî da û got, diyaloga navbera Ocalan û dewletê derketiye asta muzakereyê.

Tugluk duh çû Îmraliyê û di vegerê de pirsên rojnamegeran bersivandin. Tugluk daxuyanî da bernameya zindî ya NTVê û got, “Diyaloga navbera Ocalan û dewletê didome.” Tugluk wiha domand:

“Ocalan got, bi rayedarên dewletê re hevdîtineke pir girîng û cidî pêk aniye û wekî ku ji asta diyalogê derbasbûna asta muzakereyê dinirxîne. Lê, Ocalan got, dewlet li aliyê a$tî û çareseriyê ye, lê hem hikumet û hem jî muxalefet, di pê$iya vê de asteng e.”

Tugluk destnî$an kir ku, Ocalan xwestiye êri$a xweku$tinê ya li Taksimê û bûyera mayina Colemêrgê ku 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû bêne ronîkirin û bo vê jî divê di parlamentoyê de, Komîsyona Lêkolînkirina Heqîqetan bête sazkirin.

Biryara bêçalaktî ya PKKê ku di 13ê tebaxê de hatibû îlankirin, heta hilbijartinên gi$tî yên sala 2011ê hate dirêjkirin.


AKnews

Reply

« Back to forum