Di şerê duhî de 28 pasdar û 4 gerîla hatine kuştin

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


PiskopataAmede

30, female

  Einsteiger/in

Posts: 25

Di şerê duhî de 28 pasdar û 4 gerîla hatine kuştin

from PiskopataAmede on 07/29/2011 12:57 AM



Hate ragihandin ku di sherê duhî û îro yê navbera Sipasha Pasdaran ya Îranê û PJAK ê de 28 pasdar û 4 gerîla hatine kushtin.

Li gotî malpera Sibê, çavkaniyeke wiha ragihandiye, Li çiyayên gundê Pirjê ya ser bi bajarê Çomanê demjimêr 2:30 yê duhî pashnîvro dîsan sher di navbera PJAK û Sipahê de rû da ku heya demjimêr 5:00 dom kir û di sher de 28 pasdar hatin kushtin û 20 jî êxsîr bûn.

Derbarê ziyanên PJAK ê jî çavkaniya han diyar kir ku 4 gerîlayên PJAK ê hatin kushtin û 6 jî birîndar bûn.

Her wiha çend otomobîlên sher û alavên sipahê ketin destê PJAK ê.

Di destpêka sher de heya niha nêzîkî 35 gundên bashûr hatine çol kirin û 350 malbat jî aware bûne. Hevdem 11 welatiyên sivîl birîndar bûne û 2 welatiyan jî canê xwe ji dest dane.

Peyvdarê PJAKshê Shêrzad Kemanger destnîshan kir ku heya niha di sher de 250 pasdar û 8 gerîla hatine kushtin û herwiha heya niha 18 car Sipaha Pasdaran êrîshî wan kiriye.

AvestaKurd

Reply Edited on 07/29/2011 12:57 AM.

« Back to forum