In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

Erste Seite  |  «  |  1  |  2 [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Azadiyakurdistan am 01.08.2011 16:53

Hoffentlich wird die Gruppe Dewltbûn Kurdistanweit Unterstützung bekommen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kurdewari am 01.08.2011 12:29

Li Duhokê grûpek bo dewletbûna Kurdistanê hate damezrandin



Duhok, 1 Tebax (AKnews) – Bo yekemîn car grûpeke taybet bi daxwaziya dewletbûna Kurdistanê li bajarê Duhokê hate damezrandin û duhî li Hola Panorama Azadî bi awayekî resmî damezrandina xwe ragihand.

Berpirsê Ragihandina Grûpa Dewletbûna Kurdistanê Nîwar Mihemed Selîm ji AKnewsê re got, “ Me ev grûp damezrandiye ji ber ku me dît ku niha dem hatiye fishar li ser desthilata herêma Kurdistanê bê kirin ku kar ji bo ragihandina dewleta kurdî bê kirin.”

Selîm derbarê pêkhateya grûpê de jî got, “Em hindek kesên nasyarên Duhokê ne û ne hukmî û ne jî hizbî ne belku grûpeke serbixwe ya neteweyî ne. Em rêz li hemû partiyên Kurdistanê digirin û me pê xwesh e ew jî pishgirî bidin me.”

niwar mohemed selimLi dor awayê karkirinê Selîm got, “Gelek rê li ber me ne û dê li demeke nêzîk berhem bînin. Lê destpêkê dê pitir bizavê bikin bo duristkirina pêwendiyan û hishyarkirina welatiyan û pêkanîna semîneran.”

Selîm ashkere kir ku Grûpa Dewletbûnê bo her kurd û kurdistaniyekî li her cihekî be vekirî ye, ji ber ku ew îtîrafê bi sinorên ku dujminan bo kurdan danîne, nakin.

AKnews

Antworten
Erste Seite  |  «  |  1  |  2

« zurück zum Forum