Dr. Qeredaxî: PKK ne terorîst e

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Biji_Kurdistan

26, male

  Fortgeschritten

Posts: 71

Dr. Qeredaxî: PKK ne terorîst e

from Biji_Kurdistan on 07/30/2010 05:19 PM



Avestakurd - Emîndarê Gi$tî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman Praf. Dr. Elî Qeredaxî, diyar kir ku yekîtiya wan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hêzek terorîstî nabîne.

Profsor Dr. Elî Qeredaxî, duhî, di civînek çapemeniyê de li Hewlêrê behsa hinek pirsên taybet bi vê navendê û pira kurdan kir.

Li gorî malpera wê yekîtiyê, Qeredaxî, derbarê daxuyaniya Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman Dr. Yusif Qerezawî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi terorîst dabû zanîn wiha got, “Ger Qerezawî axaftinek bi vî awayî kiribe, ew nêrîna taybetî ya wî bi xwe ye û Yekîtiya Zanayan jê berpirsyar nîne û bi navê yekîtiyê ve neaxiviye” û diyar kir ku Qerezawî behsa PKK’ê nekiriye behsa kiryarên wê kiriye.

Qeredaxî wiha pê de çû, “Qerezawî pirsgirêka kurdan bi pirsgirêkek rewa dizane, min çendîn car ji zarê wî bihîstiye ku gotiye gelê kurd geleke sitemlêkirî ye û mafê wan e ku wekî tev galên cîhanê hikûmeta wan hebe û serbixwe û azad bin”.

avestakurd

Reply Edited on 07/31/2010 02:02 PM.

« Back to forum