Arinç beg lotikek bêîman li BDP xist

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Arinç beg lotikek bêîman li BDP xist

von Azadiyakurdistan am 15.12.2010 18:48

Cîhgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç efendî, lotikek wilo avêt ku nayê gotin. Mêro di meclîsê de ji ber axavtina bi Kurdî BDP î rexne kir, lê bi xwe bi Kurdî peyivî û got: “Xwedê ji we razî be”.


Bulent Arinç, got: “Zimanê Kurdî heye û ev ziman dijî. Kesên ku berî 30, 40, 50 salî hebûna zimanê Kurdî înkar dikirin, îro rezîl bûne û ew bi xwe jî $ermezar bûne”. Lê herweha çima ku piranîya wekîlên li Meclîsê bi Kurdî nizanin, axavtina bi Kurdî ne di cîh de dît û BDP î rexne kir, lotikek qerase li wekîlên BDP xist.

Çima hûn zanin?

Çima ku temamê wekîlên BDP bi Kurdî nizanin û bi Tirkî bi hev re dipeivin.

Arinç efendî got: “Ê babam, piranîya wekîlên we bi Kurdî nizanin û hûn bi hev re bi Tirkî diaxivin. We qursên zimanê Kurdî vekir kesek be$dar nebû, ji Akin Bîrdal pêve kesek di salona qursê de nema. Meselen Emîne Ayna xanim. Emîne xanim gotinek tenê jî Kurdî nizane. Tew xanimê bi Tirkîyek Stenbolî jî dipeyive yabo. Ez meraq dikim gelo ev xanima germik û nermik li ku hînî vê Tirkîya Stenbolî bûye ka hûn nabêjin” filan û fîstan.

Ez serê we neê$înim, Bulent beg di meclîsê de lotikek di cîyê xwe de avêt BDPî yan ellawekîl.

Ê heqê wî heye babam, bela 10 wekîlên partîya min bi Kurdî nizanibin, bi hev re bi Tirkî bipeyivin û ezê jî rabim doza zimanê Kurdî li Tirkoleran bikim. Ma ev bû yaw?

Ji qewla Bulent Arinç ve, ma go ev ne henekpêkirin be naxwe çi ye ?

Lotikxane

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Demirtaş ji bo Arinç çi got ??

von Azadiyakurdistan am 15.12.2010 18:53

Hevserokê BDP-ê Selahattin Demirta$ rexne li xemsariya dewlet û hukumetê girt û got ew ê êdî li benda dewletê nesekinin û li herdevera kurd lê dijîn duzimaniyê bikar bînin.

Demirta$ got, em ê li benda qanûna nesekinin û li herdera kurd lê dijîn û di hemû be$ên jiyanê de kurdî û tirkî bi hev re û weka hev bikar bînin.

Demirta$ li ser rexneyên wezîrê dewletê Bulent Arinc ku wî duh di parlamentoyê de rexne li Parlamnterên BDP kiribû û gotibû ku ew bi xwe bi kurdî nizanin û divê di parlamentoyê de bi kurdî neaxivin jî got " ev qisûr qisûra dewletê ye. Ev ne sûcê kurdekî ye ku ew nizane bi kurdî. Ev sûcê dewleta ku 80 sal e dixwaze kurdan asîmîle bike ye. Ji dêvla ku Arinc dibêje BDP yî bi kurdî nizanin, divê li ser navê dewletê uzrê xwe bixwaze. Ji dêvla vê bike, radibe dibêje Emîne xanim (jina Erdogan) bi kurdî nizane lê bi tirkî pirr ba$ zane. Vê jî dike mijara rexeneyê. Dibêjin li Parlamentoyê, li Dibistanan bi kurdî ne peyivin, tenê li kolanan bi kurdî bi peyivin. Heke Arinc perwerdeya bi tirkî ne stendibûna ê ewê jî nikaribûya bi tirkî li wê Parlamentoyê biaxiviya. Dê tenê bikaribûya 300 gotinên zimanê xwe yê zikmakî bikar bianiyana. Dê weke zarokekî 4 salî bûya.
Demirta$ got li Tirkiyeyê her sal olimpiyadan zimanê tirkî tê li darxistin. Lê ji bo kurdî tu ti$t nayê kirin. Dawetiyeka kurdî jî dibe tawan. Dibêjin way TRT6 heye besî we ye.

Demirta$ got ji vê pê ve em wisa bikin ku ê li her derê ku kurd lê hene zimanê bazarê bikin kurdî, Bazar dê bi kurdî be. Navê dikan û bazarxaneyan ê bi kurdî be. Tabelaya Navê menuyan ê bi du zimanan be.

Demirta$ got nuha hevalên me li ser dixebitin ku navê gundan bi du zimanan binivîsîn. Li herêmê emê duzimaniyê têxin jiyanê. $aredariya Diyarbekir navê 97 gundan li wan pa$de vegerandiye. Emê êdî ji bo zimanê zikmakî li benda yasa û serrastkiriên dewletê nesekinin.

Netkurd

ANF

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 15.12.2010 18:56.

« zurück zum Forum