Staatsterror: Türkische Polizei stürmt Leyla Zana´s Haus in Ankara

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Staatsterror: Türkische Polizei stürmt Leyla Zana´s Haus in Ankara

von Azadiyakurdistan am 13.01.2012 15:11



Türkische Polizisten haben Leyla Zana´s Haus in Ankara gestürmt. Obwohl sie nicht zu Hause war wurde die Tür gebrochen und 3 Stunden lang die Wohnung durchsucht. Die Polizisten haben viele Unterlagen von Leyla Zana und ihr Computer mitgenommen.


Avestakurd – Polîsên rêjîma Tirkiyê di dilê Enqereya paytexta Tirkiyê de bê ku rêzê ji nasnameya parlementeriyê re bigirin êrîşî mala Leyla Zana kirin.

Polîsên rêjîma AKP'ê li demjmêrên serê sibehê êrîşî mala parlementera BDP'ê ya bajarê Diyarbekirê Leyla Zana kirin. Li ser ku Leyla Zana ne li mala xwe bû, deriyê wê şikandin û derbasî mala wê ya li Enqereyê bûn. Piştî lêgerîna nêzî 3'ê demjmêran, polîsan gelek ewraq û belgeyên komputera Zana birin. Hêjayî gotinê ye ku, Erdogan di axivitina xwe de Leyla Zana kiribû hedef û gotibû "Tu li vir çi dike, tu çûbane serê çiyan" û gitibû "ez dadgehê agahdar dikim."

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Staatsterror: Türkische Polizisten stürmen 123 Stellen und nehmen 37 Kurden fest

von Azadiyakurdistan am 14.01.2012 15:10



Hewlêr: Parlamenterê Amedê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Altan Tan, derbarê operasyonên li hemberî endam û saziyên BDPê û saziyên civaka sivîl de ji Rûdawê re got: "Siyaseta ku niha Hikumeta Tirkiyeyê li hemberî kurdan dimeşîne ji çareserî û aştiyê re xizmet nake."

Parlamenterê BDP'ê yê Amedê Altan Tan derbarê operasyonên duh (12.01.2012) ên di bin navê KCK'ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatîn meşandin de ji Rûdawê re axivî û got: "Hêzên ewlehî yên hikumetê li Enqereyê jî mala ku Parlamenter Leyla Zana lê dima geriyan. Hikumet bi van operasyonan siyaseta tundî û çewsandinê dimeşîne. Tiştên nerast dikin û ji çareseriyê re xizmet nake."

Parlamenterê Amedê Altan Tan got, diyar nîne ku hikumet bi van operasyonan dixwaze bigihîje ku derê, lê diyar e ku bûyerên wisa ji aştî û çareserî re xizmet nakin.

Nivîskarê rojnameya Radikalê Oral Çalışlar jî derbarî mijarê de ji Rûdawê re diyar kir ku li hemberê parlamenterê berê yên BDPê, şaredar û rêveberên ku mane operasyon didomin û berdewam kir: "Em dikarin bêjin ku, demeke dirêj bêyî ku derkevin pêşberî dadgehê dê girtî bimînin. Li Tirkiyeyê mafên mirovan di ser sîstemek hiqûqî nehatine sazkirin. Bi hezaran kes hatine girtin û hê derneketine pêşberî dadgehê û operasyonên siyasî jî didomin. Bi vê em nikarin behsa rejîmeke demokartîk bikin."

Duh di serî de li Stenbol û Amedê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di ser 123 navnîşanên BDP, KESK û KURDÎ-DERê de girtin. Parlamentera berê ya BDPê Fatma Kurtulan û Serokê Giştî yê Berê yê DEHAPê Tuncer Bakirhan ji di nav de 37 kes hatin binçavkirin. Hê berê jî di operasyonên bi navê KCKê de nivîskarê navdar Ragip Zarakolu û Prof. Buşra Eraslanlı jî hatibûn girtin.

Parlamentera Amedê ya serbixwe Leyla Zanî jî derbarê serdagirtina mala xwe de got: "Bila li malê bigerin lê bi rêbazên Sedam Huseyîn tu rejîm nagihê encamê. Şansê Serokwezîr Erdogan hebû ku ji hêla her kesê vê bête heskirin, lê vî şansê xwe têk dide."

Berdevkê Hikumeta partiya desthilatdar Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Bekir Bozdag jî derbarê operasyonan de got "Wê operasyon heta dawî bên meşandin."

Wêne: DÎHA

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum