Barzanî: Die Lösung der Kurden-Frage ist die Gründung eines unabhängigen kurdischen Staates

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Barzanî: Die Lösung der Kurden-Frage ist die Gründung eines unabhängigen kurdischen Staates

from Azadiyakurdistan on 06/05/2013 04:11 PM



Der Präsident der Autonomen Region Kurdistan Mesûd Barzanî sagte in einem Interview mit Reuters, dass die endgültige Lösung der Kurden-Frage, die Gründung eines unabhängigen kurdischen Staates ist und sagte weiterhin: "Das ist unser Ziel und das Recht der Kurden"

AzadiyaKurdistan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku çareseriya dawî ya pirsa kurd 'damezrandina dewleta kurdî' ye û got: 'Evna jî armanc û mafê gelê kurd e.'

Serok Barzanî derbarê gera niha ya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji Reutersê re axifî û got: ''Bexdayê hinekî nermî pêşan daye, lê belê di pratîkê de hîç pêşketinek çênebûye. Herwiha gotûbêjên vê carê yên ligel Bexdayê derfeta dawî ye bo çareserkirina pirsgirêkan.''

Barzanî diyar kir ku yan ew dê bigihin rêkeftinekê yan jî wê li curekî din ê peywendiyan bifikirin ligel Bexdayê. Derbarê çareseriya pirsa kurd de jî Barzanî tekez kir ku çareseriya dawî bo pirsa kurd ''damezrandina dewleta kurdî'' ye û got: ''Evna jî armanc û mafê gelê kurd e.''

Li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de Barzanî wiha dibêje: ''Herdu aliyan biryar dane peywendiyên xwe pêş bixin. Herwiha eger petrol hebû, rêya xwe dibîne.''

Derheqa ''proseya aştiyê'' li Tirkiyê û vekişîna PKK'ê de jî Barzanî got: ''Tu nîgeraniyeke me nîne ku gerîlayên PKK'ê vekişiyane Qendîlê, piştî çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê ew çekdarên PKK'ê vedigerin malên xwe.''

Derbarê pirsgirêkên navxwe yên Rojavayê Kurdistanê de jî, Serok Barzanî wiha dibêje: ''Hinek pirsgirêkên navxweyî hene, lê em hemû aliyan telwîq dikin daku sûd ji vê derfeta niha werbigirin û bi hevre kar ji bo bidestxistina armancên xwe bikin.''

Basnews

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 06/05/2013 09:39 PM.

« Back to forum