Hewlêr: Eşîretên İraqê Dijî Topbarana Îranê Meşiyan

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Hewlêr: Eşîretên İraqê Dijî Topbarana Îranê Meşiyan

from Azadiyakurdistan on 06/20/2010 05:58 PM



Nûnerên jimareyek e$irên ser bi hemû parêzgehên Iraqê îro liber Konsolxaneya Îranê li Hewlêrê xwepê$andanek lidarxistin û xwestin topbarana navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê ji aliyê Artê$a Îranê ve bê rawestandin.

Xwepê$ander wek nûnerên piraniya e$îrên Iraqê hatibûn Hewlêrê û li hemberî berdewamiya topbarana Îranê nîgeraniya xwe anîn ziman. Herwiha yada$teke nerazîbûnê arasteya Konsolxaneya Îranê ya li Hewlêrê kirin.

Di hundirê çend hefteyên borî de hêzên Artê$a Îranê bi kurahiya 5 km axa Kurdistanê topbaran kirin û bi kurahiya 2 km jî sînor bezandin. Herwiha keçeke temen 14 salî jî li sînorê Çoman $ehîd kirin.

$evê din jî bombardimana Tirkiyê bû sedema $ehîdbûna ke$eke temen 17 salî û birîndarbûna jinek û zarokeke din li sînorê Sîdekan. Herwiha heta vê sibê jî topbaran û bombardimankirina axa Herêma Kurdistanê ji aliyê topxane û firokeyên $er ên Tirkiyê ve berdewam bû.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 06/20/2010 05:59 PM.

Ez_u_Tu

38, female

  Einsteiger/in

Posts: 223

Re: Hewlêr: Eşîretên İraqê Dijî Topbarana Îranê Meşiyan

from Ez_u_Tu on 06/20/2010 06:49 PM

Die beiden mädchen waren erst 14 und 17 jahre alt :( rehma xwedê li wan be

Reply

« Back to forum