HPG: Bei den letzten Gefechten in Gever wurden 26 türkische Soldaten getötet

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

HPG: Bei den letzten Gefechten in Gever wurden 26 türkische Soldaten getötet

from Azadiyakurdistan on 08/20/2012 03:29 AM



Hêzên Parastina Gel HPG'ê li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê êriş birin ser hêzên artêşa Tirkiyê û di encamê de 26 leşker hatine kuştin.

Navenda çapemenî û ragihandina HPG'ê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku, di 18/8/2012'an de di demjimêr 11.30 xulekan de karwaneke leşkerî ya ji 54 wesayîtên pêk dihat, li nêzî herêma Geliyê Doskî ji aliyê gerîlayên PKK'ê ve çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama wî şerî de panzerek û wesayiteke zirxî û 2 wesayitên din hatine rûxandin, her weha 2 wesayitên din jî derbe xwariye û bi giştî 14 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve li Girê Glord ê ya ser bi Geliyê Doskiyê çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama vê çalakiyê de 8 leşker ji aliyê gerîlayan ve hatiye kuştin û ev gir ketiye destê gerîlayên PKK'ê.

Her weha hêzên artêşa Tirkiyê xwe paş de vekişandiye û li herêmê hîn jî li hin deveran pevçûn berdewam dikin.

Jêder: ANF/Xendan

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum