Îran"Ne tenê Erdogan wê gelê Tirkiyê jî hesab bide!.."

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Bonafight
Deleted user

Îran"Ne tenê Erdogan wê gelê Tirkiyê jî hesab bide!.."

from Bonafight on 10/09/2011 01:04 PM

Avestakurd Îranê hişiyarî da Tirkiyê. Şêwirmendê leşkerî general Rahîm Sefewî got ku, heta niha Erdogan di warê stratêjîk de hindek kêmasî kirine û ev ne di berjewendiya Tirkiyê de ye.

 

Sefewî di hevpeyvîna Ajansa Nûçeyan ya Mehr ligel kirî de, bal kişand ser têkiliyên Emerîka û Tirkiyê û dîtinên Erdogan di warê Îslamê de. Sefewî got ku, Erdgan li ser riya Emerîka dimeşe û dikeve nava kêmasiyên stratêjîk. Yek ji wan avakirina plana sîstema moşekan li Tirkiyê ye. Her wiha Sefewî bal kişandiye ser serdana Erdogan ya li Misirê û pêşniyariya wî derbarê welatek laîk ji gelê Musilman re. Dîsa Sefewî dide diyar kirin ku ku Tirkiyê piştgiriya Emerîka dike di warê zextên ser Sûriyê de. Sefewî got, ev kêmasiyên ha wê bihêle ne tenê Erdogan, wê xelkê Tirkiyê jî hesab bide.

Quelle

Reply

« Back to forum