Serokê Partiya DTP yê Rihayê hate kuştin

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Serokê Partiya DTP yê Rihayê hate kuştin

from Azadiyakurdistan on 03/14/2010 10:08 PM



Avesta - Serokê (DTP) yê Riha Sinan Sürmeli (60 salî) hate ku$tin.

Sinan Sürmeli (60 salî) berî ku partiya DTP were girtin, serokê navenda partiyê bû li Rihayê (Urfa).

Sinan Sürmeli her wiha berê berpirsiyariya partiyên ku hatibne girtin, HEP, DEP, HADEP kiribû.

Li gora agahdariyan, dema ku Sinan Sürmeli ji mala xwe derdikeve dibêne ku tekerên erebeya wî hatine qetandin, qazî polîsan dike, polîs tên û protokolê digirin.

Pi$tre gazî wî dikin ji bo ku îfadeya wî bigirin.

Li ber deriyê qereqolê, kesekî bi navê Mehmet Emin Kiliç û 3 zarokên wî, bi kêra êrî$ dikin û Sinan Sürmeli giran birîndar dikin.

Sinan Sürmeli li nexwe$xaneya Herranê jiyana xwe ji dest dide.

Mehmet Emin Kiliç û her 3 zarokên wî hatine girtin.

Hate ragihandin ku bûyer li ser meseleyeke kirrîn û firotina kamyonekê derketiye.

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum