Kurdischer Pilot Sîpan Osman aus West-Kurdistan stirbt bei seinem Flugzeugabsturz

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Kurdischer Pilot Sîpan Osman aus West-Kurdistan stirbt bei seinem Flugzeugabsturz

from Azadiyakurdistan on 10/17/2011 10:19 PM

Avestakurd - Serokê Kongreya Nîştîmanî ya Kurd li Brîtaniya Cewad Mela ragihand ku firokevanê ciwan yê Kurd Sîpan Osman, ji ber ketina balafira xwe jiyana xwe ji desd daye.

Mela da zanîn ku roja şemiyê li ser çiyayê Alpê ya Swîsrayê, ji ber barîna baraneke pir û tevilheviya rewşa hewa û ezmanî, firokeya Sîpan rastî têkçûneke teknîkî bûye û di encamê de, balafir ketiye xwerê, wî jiyana xwe ji dest daye.

Firokevanê Kurd Sîpan Osman xortekî 30 salî bû, Kurdekî nîştimanperwer bû, li bajarê Dêrîkê li rojavayê Kurdistanê jidayikbûye û li bajarê Leedsê li Ingiltereyê dijiya.

Ew bi ajotina balefirê jêhatî bû, lê mixabin ji ewr u baranê, balafira wî li ser çiyayê Alpên Swîsrayê ket xwerê û wî ciwanî jiyana xwe ji dest da. Netkurd

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum