PKKê Sûriye şermezar kir
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
PKKê Sûriye şermezar kir
from Azadiyakurdistan on 02/20/2011 04:11 PM
– Koma Civakên Kurdistan (KCK) Rojava, binçavkirin û girtina kurdan a ji aliyê Sûriyeyê ve protesto kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya KCK-Rojava, girtin û binçavkirina kurdan a ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve hate $ermezarkirin û hate gotin, “Tu carî em ê van desthilatên $oven nepejirînin.”
Li gorî nûçeya ANFê, di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em binçavkirinên neqanûnî yên rejîmê $ermezar dikin. Bi van girtinan tê xwestin gelê me çavtirsandî bikin û ji îradeyê bixin. Tu hêz nikare me ji regez û baweriyê me bi dûr bixe. Heta ku li rojavayê Kurdistanê desthilateke xweser a demokratîk were avakirin dê têko$îna me berdewam bike.”
Çend rojan berê li dijî rejîma Sûriyeyê xwepê$andanên $ermezarkirinê pêk hatibûn û di encamê de gelek kurd hatibûn girtin.
(AKnews)
Silav û Rêz
Azad