Sofîkan lotikek din li jinan xist

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Sofîkan lotikek din li jinan xist

from Azadiyakurdistan on 05/01/2010 07:24 PM



Diyar Baban

Sofîkên Îranê bûne dîn dijminê jinên reben û ha ha wan didin ber lotikên bêîman. Berî niha Îmam Kazim Sadigî, jina xwe ji xwe berdabû û gotibû. “Erdhej û zelzele ji ber jinên $ût û rût çêdibin, hingî jin sîng û berên xwe berdidin çolê û zilaman har û dîn dikin, dinya diheje û tofan radibin” filan û fîstan.

Pi$tî vê derewa wî, jinên Amerîkî rabûn xwe di înternetê de berdan çolê, memikên xwe derxistin mazatê û ji Îmam Kazim Sadigî re gotin: “Eha ev qûça te û derewên te”.

Pi$tî çalakîya erdheja memikên jinên Amerîkî, tu erdhej û zelzele çênebûn û îmamê Îranî derewîn detket, qûna wî belbelotî bû. Baga Îmam Kazim efendî dît ku ev tirr jê re nema û jinan dawa wî li serê wî pêçan, îcar li Tehranê bohranek din rû da û jinên Îranî ketin ber lotikên polîsên Tehranê.


Çima ku jinên Tehranê wek manken û modelan dime$in, polîsên Tehranê got “êdî bes e” û dest bi girtina jinan kir. Serokê polîsên Tehranê Huseyîn Sacidinya ragihand ku “me$a wek mankenan li dijî hiqûqa îslamê ye û nabe ku jin li kolanan wek mankenan bime$in, qûna xwe vird wêde bihejînin” filan û jehr û ziqûm.

Ez serê we neê$înim, ji ber ku li Tehranê zordarîyek mezin li ser jin û mêrên azadîxwaz heye, qûnekî û lezbîyenî jî zêdetir dibe û asta nexwe$îya AÎDSê bir bilind bûye. Hetta dibêjin ku vîrûsên AÎDSê li devê derîyê parlamentoya Îranê jî kon vedane û derketine nêçîra wekîlên $a$ikmezin.

Axir, sofîk mofîkên Îranê li ser serê jinan bûne wek Melkemot, Ezraîl û Cebraîl gelî xwendevanan. Law xêrekê bi xwe bikin, bi van jinan re bizewicin û wan ji nav lepê van gur û keftaran xelas bikin babam….

Mahabad

Lotikxane

Silav û Rêz
Azad

Reply Edited on 06/19/2010 12:47 AM.

Ferbun

34, male

  Einsteiger/in

Posts: 26

Re: Sofîkan lotikek din li jinan xist

from Ferbun on 05/01/2010 08:51 PM

wey mala min .. ew ciye
cihanê me bê jinan dibe?

Kurdisch - Deutsch Wörterbuch
www.ferbun.de

Reply Edited on 05/01/2010 09:00 PM.

Mezrecux
Deleted user

Re: Sofîkan lotikek din li jinan xist

from Mezrecux on 05/01/2010 09:02 PM

nabe nabe bê me nabe :lol:

Reply

« Back to forum