Îsraîlê balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Latest posts first ]


Kurdewari
Deleted user

Îsraîlê balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt

from Kurdewari on 02/18/2011 02:50 PM

Îsraîlê balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt



Hewlêr, 18 Sibat (AKnews) – Ji ber gefên kushtinê yên ku di salvegera mirina rêberê Hîzbûlahê de hatine, di balyozxaneyên Îsraîlê yên li seranserê cîhanê de alarma sor hatiye dayîn.

turki & israilYek ji rêberên Hîzbûlahê Îmad Mughniyad di sibata 2008ê de ji ber teqîna bombeyeke vedayî ku li jêr otomobîla wî hatibbû danîn, canê xwe ji dest dabû. Pashî Hîzbûlahê îdia kiribû Mughniyad bi destê Îsraîlê hatiye kushtin.

Sêshema borî Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku ji ber salvegera mirina Mughniyadê, gelek mesajên gefxwarinê ji nûneriyên wan yên dinyayê hatine şandin.

Li gor nûçeya rojnameya Haraetzê, li ser gefan, Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê û Konsolxaneya Îsraîlê ya Stenbolê bi awayekî demî hatin girtin.

Her weha di balyozxaneyên Îsraîlê yên li seranserê cîhan de alarma sor hatiye dayîn.

Bûroya Têkoshîna li dijî Terorê ya Îsraîlê jî, derbarê xeteriya serdana bo welatên wek Misir, Tirkiye, Azerbeycan, Gurcistan, Ermenistan, Morîtanya û Venezûelayê, hishyarî da welatiyên xwe.

Aknews

Reply

Kurdewari
Deleted user

Re: Îsraîlê balyozxaneya xwe ya li Tirkiyeyê girt

from Kurdewari on 02/18/2011 02:51 PM

Die Beziehungen zwischen Türkei udn Israel sind ja am Ende anscheinend.

Dadurch wird Türkei sehr geschwächt sein. Sehenw ir mal in Zukunft was passieren wird.

Reply

« Back to forum