'Nemeyeke Saidê Kurdî ya ji Ataturk re' derket ronahiyê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

'Nemeyeke Saidê Kurdî ya ji Ataturk re' derket ronahiyê

von Azadiyakurdistan am 09.01.2011 14:25

Nameyeke zanayê dînî yê kurd Seîdê Kurdî (Bedîuzzeman Seîdê Nursî) ya ji bo Mustafa Kemal Ataturk rêkirî derket. Di nameya bi îmzeya “Seîdê Kurdî” de peyva Kurdistanê tê bikaranîn û pendên îslamî li Ataturk têne kirin û jê tê xwestin ew li pey $opa Selahaddînê Eyyubî biçe.

Name di nav ar$îva Serokomariya Tirkiyeyê de derket. Tarîxa nameyê 23-ê Çiriya Pa$în (november) a 1922 ye û ji 3 rûpelan û 10 maddeyan pêk tê. Metna nameyê di rojnameya Habertürkê de hate we$andin.

Li ser nameyê bi tîpên latînî û osmanî “pir girîng e” hate nivîsandin û tê de Seîdê Kurdî, ji ber serkeftinên di $erê Rizgariyê de pesnê Mustafa Kemal dide û jê re dibêje, heke ew di jiyana rojane de li gorî rê û rêçikên îlsamê tevnegere, nimêj neke, hemd ji Xwedê re neke ev serkeftin dê gelekî berdewam nebin.

Seîdê Kurdî ji “Kurdistanê” mînakê dide û ji Ataturk re wiha dibêje:

“Komelên misliman ên milletekî, heke cemaetek bênimêj bimîne, heke gunehkarên jirêderketî bin jî dixwaze dînî hinekî din bi tevayî bibîne. Heta li temamê Kurdistanê, derbarê hemû karmendan de pê$în pirsa 'ka nimêjê dike' tê kirin.”

Kurdî, ji Mustafa Kemal dixwaze ku berê xwe nede Rojava bide Rojhilat, ne fermandarê navdar ê Fransî Napolyon, lê fermandarê mezin ê kurd Selahaddînê Eyyubî ji xwe re nimûne wergire.

Seîdê Kurdî bi ayeteke sûreya Nîsayê dest bi nameya xwe kiriye û pi$tî 10 pend li Ataturk kirine, nameya xwe bi gotina “Duakarê we, Seîdê Kurdî” bi dawî aniye.

Seîdê Kurdî kî ye? Hier lesen (siehe unten)

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum