'Tatlıses, ji bo ku qedexeya li ser konserên wî rakin xwestiye bertîl bide KCK'ê'

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

'Tatlıses, ji bo ku qedexeya li ser konserên wî rakin xwestiye bertîl bide KCK'ê'

von Azadiyakurdistan am 17.06.2010 01:56



Li gor anga$teke doznameya KCK'ê, hunermend Ibrahim Tatlises, ji bo ku PKK qedexeya danî ser konserên wî yên ewrûpayê rabike, pere pê$nîyar kiriye.

Di doznameyê de tê gotin ku, Tatlises, cara dawîn di sala 2006an de li Almanyayê konser daye û ji ber ku PKK'ê qedexe danîye ser konserên wî, ji wê mêjûyê ve nikaribûye konseran bide. Di doznameya ku ji alîyê serdozgeriya Amedê ve hatîye amadekirin de axaftineke hatî guhdarîkirin a xwedêgiravî du endamên rêxistinê, Hüseyin Zorlu û Herdem Kizilkaya di navbera xwe de qala vê meselê dikin. Zorlu, di axaftina telefonî de qa$o weha dibêje:

''Ibrahim Tatlises, hevdîtinekê dixwaze. Ji bo rakirina qedexeyên li ser konserên xwe yên Almanyayê. Dibêje, muhatab kî ye, em dixwazin pê re biaxifin. Hinek pere amade kirine, dibêjin cezayê me çi be, em mîktarekî bidin. Ango, ji bo ti$teke weha amade ne.''

Li gor ragihandinên çapemeniya tirk, di doznameya KCK'ê de, ku 151 kes bi endametiya rêxistinê tên sûcdarkirin de, heta niha hin îdîayên balkê$ yên wek, ''Osman Baydemir, ji zextên PKK'ê xwestiye întîxar bike'', ''Deniz Baykal, ji ber ku bikaribe biçe Amedê, ji KCK'ê destûr xwestiye'' cîh digrin.

Rizgarî Online/Yado Ciwan

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum