12 keçên Elman li Hewlêrê muzîka cazê pêşkêş kirin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

12 keçên Elman li Hewlêrê muzîka cazê pêşkêş kirin

von Azadiyakurdistan am 14.07.2011 17:56

Hewlêr: Orkêstraya keçên Elmanî, konsereke muzîkê li Family Mall li Hewlêrê pêshkêsh kirin û çend parçeyên muzîka cazê pêshkêsh kirin û heya dû saetan serdankerên mallê li pêshber xwe rawestandin.

Ev aheng êvara 09.07.2011an di saet 7ê êvarê de destpê kir û dû saetan dom kir, konser ji aliyê orkestra muzîka cazê bo 12 keçên Elman, bi hevkariya peymangeha Elmanî û Wezareta Rewshenbîrî û Lawan û shirketa Babylon hatibû sazkirin.

Berpirsê peymangeha Goethe ya Elmanî li Iraqê Haynresh Sobtka li ser konsera van 12 keçên Elman ji Rûdawê re ragehand: “Mebest ji anîna van keçan bo Kurdistanê ew bû, daku vê muzîkê bi xelkê vir bidin naskirin, bi taybetî bi jinan ku kêm caran li vir muzîkê dijenin.”

Ev grub yek ji navdartirîn orkestraya jinan li Elmanya ye, tishtê li Hewlêrê jî bicih kir, geshteke çend rojî ye bo çend welatên Rojhilata Navîn, plana wan wisa bû tenê herin Behrên, Misir, Lubnan, Sûriyê, Urdun û Filistînê, lê Haynresh Sobtka ragehand: “Kurdistan di plana me de nebû, lê ji ber têkçûna rewsha niha ya Sûriyê, em hatin Kurdistanê.”

Family Mall di destpêka îsal de hat vekirin, malleke moderin e, her shev hejmareke zêde ya xelkê berê xwe didin Family Mall, lê sheva ku konser tê de hat sazkirin ji bilî shevên berê, bala amadebûyên mallê kishand û girseyek li ber keçên Elman çêbû.

Ciwan Hemîd, ligel xushka xwe hatibû mallê, lê di nava mallê de kombûna xelkê li dora konserê bala wê kishandibû, heya dawiya konserê ji ber ranebû: “Ez ji bo tishtekî hatim, min tishtekî xweshtir dît, nemaze ku jinan li muzîkê didan.”

Seroka orkestrayê Anjelîka Nerges derbarê konsera xwe de bi kêfxweshiyeke mezin got min hest dikir amadebûyên konserê pir bi balkêshî guhdariya me dikirin”, her çiqasî ew berê çûbûn Behrên, Misir, Lubnan lê navbirî eshkere dike, konsera Hewlêrê pir cuda û balkêsh bû: “Kurd ji Ereban bêtir hezkiriyên muzîkê ne.”

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 14.07.2011 17:57.

« zurück zum Forum