24 partiyên kurd ‘Konferansa Neteweyî’ xwestin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

24 partiyên kurd ‘Konferansa Neteweyî’ xwestin

von Azadiyakurdistan am 10.11.2010 22:28



Hewlêr, 10 Mijdar (AKnews) – Ji Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, nûnerên 24 partiyên kurd, diyar kirin, divê “Konferansa Neteweyî ya Kurd” di demeke nêz de were sazkirin.

Di bernameyeke Newroz TVê de, ku duh $ev hat we$andin, nûnerên PKK, PDK û YNKê û gelek partiyên din ên kurd, be$dar bûn û derbarê pirsgirêkên kurdan de behskirin.

Nûneran, xwestin, ji bo ku yekitiya neteweyî ya kurdan pêk were, divê berî her ti$tî “Konferansa Neteweyî ya Kurd” bê lidarxistin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pê$engiya vê bike.

Di bernameyê de, nûnerên partiyên kurd, li ser vê ku divê hemû aliyên civakê di konferansê de be$dar bibin, bûn yek.

Endamê Komîteya Rêveber a PDKê Felekedîn Kakeyî, diyar kir, mercên lidarxistina konferansa neteweyî derketine holê û dirêjkirina biryara bêçalaktiyê ji aliyê KCKê ve jî, van mercan xurtir dike.

Endamê Polîtburoyê ya YNKê Dr. Kemal Fuad, da xuyakirin ku ji 1958ê ve heta niha, cara yekê ye mercên lidarxistina konferansa neteweyî pêk tên û diyar kir, divê ev derfet bê nirxandin.

Nûnerê KCKê Biryar Gabar jî, got, “Divê partiyên kurd, di xebatên xwe yên ji bo konferansa neteweyî de, serbixwe bin û demokrasiya nav xwe de bihêz bikin.”

Serokê PYDê Salih Muslim jî, wiha axivî, “Dema îro em dibînin, gencên Qamî$loyê li Urmiyeyê, yên Makûyê li Dersimê, yên Ba$ûr li Bakûr û Bakûrî jî li Helebê $ehîd dikevin, ev bi serê xwe, nî$ana yekitiya neteweyî ye. Gelê kurd yek e û divê partî jî, xwe bikin yek.”

Serokê KNKê Tahir Kemalîzade, diyar kir, xebatên konferansê bi awayekî meqûl tên me$andin û divê dewletên desthilatdar, konferansê weke gefekê bo ser ewlehiya xwe nebînin.

Di bernameya ku ji aliyê Hîwa Gulmihemedî ve dihat rêvebirin û Serokê KNKê Tahir Kemalîzade jî mêvanê wî bû de, nûnerên van partiyan be$dar bûn:

KCK, KDP, YNK, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Yekgirtûy Îslamî Kurdistan (YÎK), Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP), Partiya Demokrasî ya Sosyalîst a Kurdistanê (HSDK), Rêxistina $ore$geriya Kurdistanê (R$K), Partiya Çareseriya Demokratî a Kurdistanê (PÇDK), Bizûtnewey Îslamî Kurdistan (BÎK), Partiya Serxwebûna Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Komeley Zemetkê$anî Kurdistan (KZK), Hizbî Zehmetkê$anî Kurdistan (HZK), Partiya Çep a Kurdistanê (PÇK), Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Partî) û Partiya Yekitiya Kurdistanê ya Sûriyeyê.

Nûçe: mo
Wergêr: sm
(AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum