Abdullah Ocalan ji bo Şivan Perwer û Kemal Burkay çi got? .

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Abdullah Ocalan ji bo Şivan Perwer û Kemal Burkay çi got? .

von Azadiyakurdistan am 13.03.2011 20:18

- Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî.



Ocalan diyar kir ku li hemberî kurdan qirkirina hiqûqî pêk tê û wiha berdewam kir: "Ger der barê statuya kurdan de sererastkirinek neyê kirin, mafên kurdan bi makezagonê neyê parastin ji bo kurdan bi her awayî wê sîstema KCK'ê bikeve dewreyê. divê her kes vê yekê bizanibe ku heta ku ez sax bim, tu kes nikare bi rûmeta kurdan re bilîze."

Li gorî Anfê, Ocalan balê ki$and li ser axaftinên ku di televîzyonan de li dijî wî tên kirin û wiha berdewam kir: "Di demên dawî de hin nîqa$ên ku qa$o ez hin nivîskaran tehdît dikim tên kirin. Ev hefteyeke televîzyon li dijî min diaxivin. dibêjin 'Ocalan bi ku$tinê tehdît kir.' Ez wisa kesekî bi ku$tinê tehdît nakim, rew$eke wisa nîn e. Li vir gotineke wisa jî nekir. Osman- Botan ên ku îxanetê li me kirin jî me bi ku$tinê tehdît nekir. Ez bi awayeke zelal dibêjim ku em kesekî wisa tehdît nakin."

Ocalan di derbarê $ivan Perwer û Kemal Burkay de jî wiha got: "Ez vê meselaya $ivan hinekî vebêjim. Tu dijberiyeke min a teybet li dijî $ivan nîn e. Hevdîtina $ivan bi Arinç re ji bo min qet ne pirsgirêk e, bi kê re bixwaze dikare hevdîtinê pêk bîne. Ez nabêjim bila hevdîtinê pêk neyne. Lê bila ji bo berjewendiyên $exsî nebe. Bila ji bo kurdan hevdîtinê pêk bîne. Ji bo mafên kurdan çi dibêje, çareseriya wan çi ye bila van ti$tan biaxive. Tu bi Arinç re hevdîtinê pêk tînî lê çi dikî? Ma tu ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd plan an jî projeyeke pê$kê$ dikî? Li ser navê kurdan muzakereyan pêk tînî? Kijan garantiyan didin te? Gelo projeyeke ew nivîskarên ku li dijî me diaxivin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd projeyeke wan heye?

Gelo projeya Kemal Burkay heye, li ser navê kurdan bi dewletê re muzakereyan dike? Gelo rew$eke wisa heye? Ger projeyeke wisa hebe, tu dikarî bi dewletê re muzakereyan bikî, ger li ser navê kurdan te cidî digirin wê demê tu bibe nûnerê me em li gorî te tevbigerin. Hem li ser navê kurdan projeyeke te bila tunebe, hem li ser navê kurdan muzakere nakî hem jî di televîzyona dewletê de li dijî me hevpeyvînê bidî. Me cara yekem fersenda muzakereyan a bi dewletê re bi dest xist tu jî dixwazî vê yekê xira bikî. Em li vir dixwazin mafên kurdan bixin bin ewlehiya makezagonê. bi hevdîtinan dixwazin vê yekê pêk bînin. belkî jî yekem car e me fersendeke dîrokî bi dest xistiye, ger dewlet bi awayeke cidî nêzîk bibe em ê çareseriya makezagonî pêk bînin. Ger ji bo mafên kurdan çareseriyeke wan hebe bila biaxivin û rexne bikin. Nex$erêya me heye û bi raya gi$tî re hate parvekirin. Ger di vî warî de rexneyeke wan heye bila bînin ziman. Lê belê, bila wisa nebêjin Ocalan tehdît dike, bila cidî bin. Bila herkes bizanibe ku heta ku ez sax bim tu kes nikare bi rûmeta kurdan re bilîze."

NÛKURD

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum