Abdullah Ocalan möchte dass die PKK den Waffenstillstand verlängert.
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Abdullah Ocalan möchte dass die PKK den Waffenstillstand verlängert.
von Azadiyakurdistan am 18.06.2011 13:44
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi mebesta rê li ber çareseriya demokratîk veke, xwest PKK biryara bêçalakiyê dîsan dirêj bike. Ocalan ragehand, ji bo çareserî bi rêyên demokratîk û ashtiyane pêk were ya bash ew e ku dîsan bêçalaktî bê dirêj kirin. Ocalan, da zanîn ku bi vê biryarê zêdetir bar û berpirsiyarî dikeve ser milê Bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê, AKP û CHPê û got: "Her ku nediyarî zêde li ser demê belav dibe bêçareserî jî zêde dibe.''
Buroya Hiqûqê ya Asrîn, derbarê hevdîtina 15ê Hezîranê ya bi miwekilê xwe Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re daxwiyaniyek da çapemeniyê. Buroyê diyar kir ku derheqê pêvajoyê de daxwiyanî û peyamên girîng dane û got: "Ocalan, da zanîn ku rayedarên dewletê û heyeta dewletê demeke bi wî re hevdîtinan pêk tînin. Anî ziman ku herî dawî di 14ê Hezîranê de dewletê heyetek shandiye û bi wî re hevdîtin pêk aniye. Da zanîn ku li ser çareseriya pirsa Kurd bi rêyên ashtiyane û demokratîk bi heyetê re hevditin pêk anıye. Bi taybetî miwekilê me dixwaze pirsa Kurd bi rêyên demokratîk û bi destûreke demoratîk û sivîl çareser bibe. Ev nerînên xwe bi heyetê re jî parve kirine. Miwekilê me got heyet jî bo çareseriyê û diyalogê bi awayekî erênî nêzîk bûye.''
Mehr lesen...
Silav û Rêz
Azad