Ahmet Turk: Wir werden in Kurdistan selber unsere Politik treiben
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Ahmet Turk: Wir werden in Kurdistan selber unsere Politik treiben
von Azadiyakurdistan am 31.05.2011 18:49Namzetê serbixwe yê bloka Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Mêrdînê Ahmet Turk, serdana bajarok û gundên navçeya Qoserê kir. Turk, di serdana xwe de ragehand ku gelê dibêje "Yan azadî yan azadî" winda nake û got: "Em ê bi destê xwe 'Xweseriya Demokratîk' ava bikin. Em ê li welatê xwe, herêma xwe û Kurdistanê bi xwe siyaseta xwe bikin."
Ahmet Turk li herêma xwe ya hilbijartinê li Qoserê bi gel re civiya. Turk, gund û bajarokên navçeyê ziyaret kirin û bi girseyî hat pêshwazîkirin. Turk berê keyayên gund û galerîcî ziyaret kirin. Pisht re esnafên navçeyê ziyaret kir û dawî jî bi konvoyeke qelebalix hat gundê Mistefamîlîkê.
Turk, diyar kir ku germahiya cosha meydanan hemû Kurdistan germ kiriye û wiha pêde çû: "Em destûrekê dixwazin ku daxwazên gelê Kurd tê de cîh bigrin. Em ê bi destê xwe Xweseriya Demokratîk ava bikin. Em li welat û Kurdistanê bi xwe siyaseta xwe bikin. Gelê Kurd ji bo azadî û ashtiyê gelek têkoshîn da. Me di qirkirinê re derbas dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em gelekî dibêjin an azadî an azadî"
Turk, da zanîn ku ji bo çareseriya pirsa Kurd gelê Kurd her roj li meydanan e û dibêje "An azadî yan azadî": ‘’Gelê Kurd dê bi berxwedanê bi ser bikeve. Mesha me ya azadiyê piroz be. Kerwanê azadiyê gihishtiye armanca xwe. Gelê Kurd bedelên gelek mezin dan. Têkoshînekî gelek mezin da. Ji bo daxwazên gelê Kurd hê bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Û ji bo gelê Kurd bigihije azadiya xwe bedelên mezin didin. Ji bo em bibin bersiva gel divê em yekîtiya xwe bi hêz bikin. Em bibin yek û bi hev re bin. Ger yekîtiya gelê me pêk hat wê demê azadî ji me re nêzîk e. Divê em di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin xwe, azadiya xwe û têkoshîna xwe."
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad