Aleppo: Drei Kurden getötet und 11 weitere verletzt

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Aleppo: Drei Kurden getötet und 11 weitere verletzt

von Azadiyakurdistan am 26.07.2012 23:40

In Aleppo haben Soldaten des syrischen Regimes auch Kurden geschossen die Mitglieder des Volksschutzkomitees waren. Diese Personen waren auf dem Weg Brot, Heffe und andere Lebensmittel zu bringen um die Bevölkrung in den kurdischen Gebieten zu versorgen. Auf dem Weg wurden die von Soldaten angegriffen, dabei sind 3 gestorben und 11 weitere verletzt.

AzadiyaKurdistan


Foto:Avestakurd

Heleb (Rûdaw)
- Hat ragihandin ku leşkerên rejîma Sûriyeyê li Helebê gulle li koma ji endamên Meclîsa Gel û komîteyên parastinê yên ji bo alîkariya erzaq bidin Kurdên ji ber şerê di navbera leşkerên Sûriye û muxalîfan de reviyane semta Şêx Meqsûdê, reşandin û di encamê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF'ê yên Helebê dane, ev demek dirêj e şerên dijwar li Helebê di navbera rejîma Esad û muxalîfan de diqewimin. Kurdên ji semtên pevçûn lê hebûn reviyan semta Şêx Meqsûd a ku piraniya wan Kurd in. Endamên Meclîsa Gel û komîteyên parastinê ji bo erzaq bigihînin Kurdên malên xwe hiştin, hewl dan, li rastî êrîşa hêzên rejîmê hatin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan bûyer wiha qewimî; Pevçûnên dijwar semtên Heyderiye û Mesakîn Henen ên ku hejmarek a Kurdan lê hene diqewimin. Kurdên li vir ji ber êrîşan reviya semta Şêx Meqsûd a ku piraniya wê Kurd in.

Îro endamên Meclîsa Gel û yekîneyên parastinê ji bo alîkariyê bide wan malbatan dest bi hewldanan kir. Koma ku xwest biçe Semta Tariq Eldab a ku erzaq lê tê belav kirin, ar, nan û pêwîstiyên din ji bo malbatên mexdûr bînin, di rê de rastî êrîşa hêzên rejîma Esad hatin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest û 2 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Hêjayê gotinê ye ku Heleb, piştî Şamê duwemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê ye û nêzî 600 hezar Kurd li Helebê dijîn.

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 26.07.2012 23:48.

« zurück zum Forum