An der Universität von Bonn werden Kurdisch-Lehrer ausgebildet

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

An der Universität von Bonn werden Kurdisch-Lehrer ausgebildet

von Azadiyakurdistan am 17.08.2012 23:27



An der Universität von Bonn geht der zweite Kurs für die Ausbildung von Kurdisch-Lehrern weiter. Der Organisator Fewzî Dilber, kommt aus West-Kurdistan aus der Stadt Efrîn sagte zu Rûdaw, dass es 22 Kurs-Teilnehmer gibt davon 5 Frauen. Weiter sagte er, dass die meisten Teilnehmer aus Nordkurdistan (Türkei) kommen und der Rest aus Westkurdistan (Syrien). Das Ziel aller TeilnehmerInnen ist, ein Zertifikat von der Universität-Bonn als Kurdisch-LehrerIn zu bekommen.

Azadiya Kurdistan 

Bonn (Rûdaw) - Li Zanîngeha Bonnê ya Almanyayê ji bo amadekirina mamosteyên zimanê kurdî kursa duyemîn berdewam dike. Organîzatorê kursê Fewzî Dildar daxuyand ku 22 kes tevlî kursê bûne ku 5 ji wan jin in û got, "Pirraniya wan ji Bakur in û yên din ji Rojava ne. Armanca hemûyan ew e ku sertîfîkaya Zanîngeha Bonnê bidestbixin û bibin mamosteyên zimanê kurdî.ˮ

Kurs bi hevkariya Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî-YASA û Komeleya Raman a Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Bonnê li dar dikeve û wê heta destpêka Cotmehê bidome.

Zanîngeh pistgiriya huqûqî dike û sertîfîka dide

 

Fewzî Dildar bo xwendina zanîngehê 10 sal berê ji Rojavayê Kurdistanê, bajarê Efrînê hatiye bajarê Almanyayê Bonnê. Ew li Zanîngeha Bonnê beşa Zanyariyên Polîtîk dixwîne û rêvebiriya komeleyên Raman û Yasa dike. Dildar û çendîn hevalên xwe ji bo xwendevanên kurd di sala 2007ê de serî li rêvebiriya Zanîngeha Bonnê didin ji bo derfetên kursa kurdî bide wan. Rêvebiriya zanîngehê bi erênî bersiva daxwaziya wan daye lê gotine ku defetên wan tine û divê hemû jêrxaneya kursê em bixwe amade bikin. Lewma Dildar û hevalên xwe dest bi lêgerîna mamosteyên kurdî dikin ku karibin li zanîngehê kuersê bidin xwendevanên kurd ên li heman zanîngehê. Di destpêkê de bi Dr. Zerdest Haco, Mustefa Reşîd û çend mamosteyên din ên naskirî re têkilî çêdikin û mamoste jî ev pêşniyar qebûl dikin. Lêgerîna li mamosteyan, organîzasyona kursê û hilbijartina xwendevanan weke du sal didome û di destpêka sala 2010ê de hemû amadekarî bi dawî dibin.

Çend kes bi vê sertîfîkayê mamostatî dikin

 

Fewzî Dildar û hevalên wî di vê navberê de ji zanîngehê daxwaz kirine ku kursek taybet bo mamosteyên kurdî vekin û got, "Heta niha bo ti zimanekî din kursa mamosteyan nehatiye lidar xistin, kurdî dibe zimanê yekem. Ji ber ku mamosteyên tirkî li Tirkiyeyê, mamosteyên farisî li Îranê û yên erebî jî li welatên Ereban zanîngeh dixwînin û li wir dibin mamoste. Lê rewşa Kurdan cuda ye.ˮ

Rêvebiriya Zanîngehê bo piştgiriya huqûqî webûl dike ku alîkariya kursê bike lê xwe nade ber mesrefan. Dilar got, "Em jî neçar man ku hemû mesrefên kursê ji endaman bistînin û ji her endamekî me 500 Euro stand." di Adara 2010ê de cara yekem kurs bo mamosteyên kurdî vedibe. Dildar wiha axivî: "Di destpêkê de 22 kes hebûn û demeke şûnde 2 kes xwe paşve kişandin û 20 kes dom kirin. Kurs ligel ezmûnên dawî bi giştî 8 meh dom kir û 16 kes bi serkeftî kursê xilaskirin û sertîfîka standin.ˮ Weke ku Fewzî Dildar daxuyand Jan Kurd, Abdullah Ulumaskan û Maksîm Îsa û çend kesên din niha bi vê sertîfîkayê li dibistanên Almanyayê mamostetiya kurdî ya fermî dikin.

Pirraniya wan ji Bakur in

 

Derbarê armanca kursê Fewzî Dildar ragihand armanca kursê ew e ku kesên bi zimanê kurdî baş dizanin, bibin mamosteyê zimanê kurdî-zaravê kurmacî da ku karibin kurdî weke zimanekî biyanî li dibistan, amojgeh û zanîngehên Almanyayê bidin fêrkirin. Di 31 Adara 2012ê de kursa duyem destpê kir û wê heta Cotmehê bidome. Li gor agahiyên Dildar dîsa 22 kes tevlî bûne ku pirraniya wan ji Bakur in û yên din ji Rojava ne û got, "5 endam jî jin in.ˮ

Bihayê kursê bo 6 mehan 500 Euro ye

 

Organîatorê kurdê Fewzî Dildar derbarê mercên pejirandina kursê de jî agahî dan û got kesên ku dixwazin tevlî kursê bibin divê xwediyê zanyariyeke baş bi zimanê kurdî bin, xwediyê bawernameya lîseyê bin û zanyariyeke baş bi zimanê almanî (asta C1) hebe. Bihayê kursê jî 500 Euro ye. Piştî xwe tomarkirinê endam çendîn materyalan ji zanîngehê distînin û li malê xwe amade dikin. Hinek ders jî bi rêya online tên dayîn û ezmûn jî li zanîngehê di dawiya kursê de tê kirin. Kesên ku di ezmûnê de biserkevin wê bawernameyeke morkirî ji Zanîngeha Bonnê werbigre, ku karibe zimanê kurdî li dibistan, amojgeh û zanîngehên Almanyayê weke zimanekî biyanî bide fêrkirin. Berpirsiyarên kursê Prof. Eva Orthmann, Dr. Huseyin Aguiçenoglu, Julia Evin Bedirxan, Fewzî Dîlber û Nisrîn Emîr in.

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 17.08.2012 23:28.

Dilan

31, Weiblich

  Aktive/r User/in

Beiträge: 223

Re: An der Universität von Bonn werden Kurdisch-Lehrer ausgebildet

von Dilan am 21.08.2012 16:22

Coole Sache, es ist ja wie eine Ausbildung bzw. Lehre. Die Frage ist ob diese Lehrer und Lehrerinnen auch einen Job finden werden? Mittlerweile werden Kurdischlehrer benötigt auch in der Türkei.

Antworten

« zurück zum Forum