Angelina Jolie tê Herêma Kurdistanê

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Angelina Jolie tê Herêma Kurdistanê

von Azadiyakurdistan am 25.11.2010 17:04



Lîstikvanên navdar ên Hollywoodê Angelina Jolie, Arnold Schwarzenegger û lîstikvanên navdar ên ereb Adil Îmam û Semîr Xanim dê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Serokê Grûpa Fîrmayên “el-Adil el-Mutehîde” Ru$dî Saîd, di civîneke rojnamegeriyê de ragihand, “Di dawiya vê mehê de Îmam û Xanim tev çend hunermendên din dê werin Hewlêrê.”

Saîd xuya kir ku her wiha di meha nîsana sala bê de lîstikvanên navdar ên Hollywoodê Angelina Jolie û Arnold Schwarzenegger digel çend lîstikvanên din yên Hollywoodê dê bi riya fîrmaya wan re serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Saîd got, “Di meha nîsana bê de, mezintrîn festîvala li ser Kela Hewlêrê dê bête lidarxistinû tê de 38 welat ji seranserê dinyayê beşdar dibin.

Ji aliyekî din, Saîd a$kere kir ku di demeke nêz de dibistaneke mezin a sporê bi navê “Kurdistan” dê li Hewlêrê vekin da ku girîngiyê bide tevahiya cureyên sporê û em ê çendîn rahênerên biyanî ji bajarê Manchester û çend bajarên din yên Îngilîstanêbînin da dersan di dibistana “Kurdistan”ê de bidin.

Nûçe: Hejar Mihemed
(AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum