Aqubet li serê Tirkiyê: Kurd wê li Parlementoya Iraqê bi Kurdî biaxivin
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Aqubet li serê Tirkiyê: Kurd wê li Parlementoya Iraqê bi Kurdî biaxivin
von Azadiyakurdistan am 21.01.2011 00:10
Rêveberê Ragihandina Parlamentoya Iraqê Mihemed Ebubekir a$kere kir ku ji bo ku parlamenterên kurd di parlamentoya Iraqê de bi zimanê xwe gotûbêjê bikin hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin û îro jî ligel cîgirê duyê yê serokê parlamentoyê Arîf Teyfûr bicivin da ku bi fermî fermana destpêkirina bikaranîna sîstema zimanî a di nav parlamentoyê de bide.
Ebubekir di daxuyaniyekê derbarê mijarê de diyar kir ku berguhk, sîstem û wergêr amade ye û emê sibe digel kek Arîf Teyfûr bicivin û vê mijarê yekalî bikin û tenê me pêdivî bi fermaneke fermî heye daku sîstem bi fermî bikeve kar.
avestakurd
Silav û Rêz
Azad